Li Elbakê qeza: 6 xwendekar birîndar bûn
Li Elbakê qeza: 6 xwendekar birîndar bûn
Li Elbakê qeza: 6 xwendekar birîndar bûn
Îro di demjimêrên serê sibehê de li navçeya Elbaka Wanê, serwîsa xwendekaran qeza kir û 6 xwendekar sivik birîndar bûn.
Li Gundê Çaldiran yê ser bi navçeya Elbaka Wanê dema ku xwendekar dibirin dibistanê li ser rêya gund qulipî. Di qezayê de ji 14 xwendekaran 6 jê sivik birîndar bûn. Hate ragihandin ku, navê xwendekarên birîndar wiha ne; Ulku, Nûrcan, Mîhrîban, Pinar Demîr, Kubra Ozel û Ayşe Kaya.
Piştî mudaxeleya destpêkê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê, xistin bin muşahedê. Piştî dermankirina xwendekaran ji nexweşxanê derketin. Cendirmeyan têkildarî qezayê lêpirsîn da destpêkirin.