Li Êlih û Amedê 6 kes hatin binçavkirin
Li Êlih û Amedê 6 kes hatin binçavkirin
Li Êlih û Amedê 6 kes hatin binçavkirin
Li Êlihê di serdegirtina malan de 4 kes hatin binçavkirin. Li Amedê jî di serdegirtina gundê Zorava de jî hejmara kesên hatin binçavkirin bûn 2 kes.
Yekîneyên polîsan serê sibê li taxa Seyîtler a Êlihê bi ser gelek malan de girt û 4 kes binçav kirin. Di serdegirtina malan de Abdulcebar û Şoreş Tatli yên birayên hev, Yaşar Yalçin û kurê wî Yusuf Yalçin hatin binçavkirin. 4 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Êlihê û sedema binçavkirinan nehate zanîn.
Hejmara kesên hatin binçavkirin bû 2 kes.
Tîmên taybet, polîsên sivîl û leşkeran bi ser gundê Zorava yê navçeya Surê ya Amedê girtin û hate zanîn ku Tacettîn Kardaş û hevsera wî Remziye Kardaş hatin binçavkirin. Piştî lêgerîna malê Tacettîn û Remziye Kardaş birin Fermandariya Cendirmeyan a Amedê. Sedema binçavkirinan nehate zanîn.