Li Êlih û Geverê operasyonên leşkerî

Li Êlih û Geverê operasyonên leşkerî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li bejahiya navçeya Êlih Qabilcewz û hin gundên ser bi navçeya Colemêrg Geverê operasyonên leşkerî hatine meşandin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku operasyonên li Êlih û Geverê bi dawî bûne, lê li nuqteyên cuda hînê dewam dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê operasyonê de ev agahî da: "di 22'ê Îlonê de li bejahiya gundên Nû û Kelhîsa yên navçeya Êlih Qabilcewzê artêşa Tirk a dagirker serê sibehê saet di 05.30 de derketiye operasyonê. Di vê operasyonê de lêgerîn û keşfa herêmê hatiye kirin. Di operasyonê de her wehe cerdevanên li herêmê jî amade bûn. Operasyon heman rojê saet di 16.00 de bi vekişînê bê encam maye."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di 23'ê Îlonê de, helîkopterên Skorsky saet di 00.30 de leşker danîne derdora gundên Vergenîma, Kuçe, Muşanê û Yekmala Jor ên ser bi Geverê û operasyonê destpê kiriye. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bejahî ve jî sibeha 24'ê Îlonê leşker li operasyonê hatine zêdekirin û operasyon hînê dewam dike."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Di 24'ê Îlonê saet di 12.00 de li qadên Geliyê Doskî û Veregol ên navçeya Colemêrg Geverê, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve operasyon hatiye destpêkirin. Operasyon heman rojê saet di 16.00 de bê encam bi dawî bûye."