Li Êlihê aqubeta winda û binpêkirina mafan hate pirsîn

Li Êlihê aqubeta winda û binpêkirina mafan hate pirsîn

Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan di çalakiya xwe ya vê hefteyê de jî careke din aqubeta windayan pirsîn û bal kişandin ser binpêkirinê mafên mirovan ên li girtîgehan pêk tên.

Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan çalakiya xwe ya heftane ya bi navê "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" li Kolana Gulîstanê li dar xistin. Di çalekiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin” hate vekirin û wêneyên kesên hatin windakirin ên li ser nivîsa “Yên winda ne” hatin hilgirtin. Di çalekiyê de malbat û xizmên windayan, rêveber û endamê ÎHD, Însiyatîfa Dayîkên Aşîtiyê, rêveber û endamên KURDÎ-DER, BDP, nûnerên HDK û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn.

Li ser navê ÎHD'ê û malbatên windayan rêveberê Şaxa ÎHD’ê yê Êlihê Îlyas Ekîncî daxuyanî xwend. Ekîncî diyar kir ku, ev hefteya 208’ane ji bo windayan çalekiyê li dar dixin û ew dê her tim aqubeta windayan bi pirsin. Ekîncî anî ziman ku, ew bang li kesên peywendîdar û saziyên eleqadar ên agahiya wan ji windayên salên 1990'an heye kir û xwest ku winda bên dîtin û kiryar bên darizandin.

Ekîncî da zanîn ku, xizmên windayan jî dixwazin ku kiryarên cînayetên kiryar nediyar bên dîtin û bên darizandin û wiha got: "Di vê mijarê de hemû berpirsyarî aîdî dewletê ye. Bi windakirin û kiryar nedîtin dewlet berpirsiyar e. Bila wan kesan bibîne û wan ceza bike."

‘HER ROJ BINPÊKIRANA MAFAN ZÊDE DIBE’

Ekîncî destnîşan kir ku, di mijara binpêkiran mafan de Tirkiye di cîhanê de di rêza duyemîn de cih digire û got ev rewş nayê qebulkirin. Ekîncî bal kişand ser binpêkirana mafên mirovan ên li girtîgehan pêk tên û wiha axivî: "Li gorî rapora ÎHD’ê ya sala 2012’an, di nav cihên binpêkirina mafan herî zêde lê pêk tên girtîgeh cih digirin. Li girtîgehan hêj jî şert û mercên jiyana bê tenduristî di dome û dijî. Li hemberî girtiyan êrîş, tundî, rûmet şikandin û muameleyên keyfî her roja ku diçe zêde dibin. Di girtîgehan de bi sedan nexweşên giran li benda tedawiyê ne. Tedawiya van kesan lazime. Kesên ku tedawiya wan jî ne mûmkine, pêwîste bên berdan û em vê daxwazê dikin.”

Piştî daxuyaniyê 5 deqîqeyan çalekiya rûniştinê hate li darxistin û çalekî bi dawî bû.