Li Êlihê bi hezaran kes ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Li Êlihê bi hezaran kes ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Bi pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Êlihê ji bo azadî û başkirina tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke girseyî hat lidarxistin. Piştî meşê Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata axivî û anî ziman ku, ew dê şev û rojên xwe ji bo azadiya Ocalan bikin yek.

Ji bo balê bikişînin ser tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya BDP'a Êlihê li navenda Êlihê meşeke girseyî hat lidarxistin. Di meşa ku hat li dar xistin de parlamentera BDP'a Êlihê Ayla Akat Ata, endamê Meclisa BDP'ê Nezîr Gulcan, Hevserokên BDP'a bajêr Serdar Atalay û Rahşan Çarboga, rêveberên BDP'a navçeyê û bajar, rêveberên KURDÎ-DER, MEYA-DER, aktivîstên Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH), endamên Ciwanên Meclisa BDP'ê, gelek nûnerên saziyên sivîl û bi hezaran welatî tevlî bûn. Di meşê de pankartên ku li serê 'Berxwedana Rojava hêz dide Kurdistanê' û 'Tenduristiya birêz Ocalan tenduristiya gelê Kurd e' dihat nivîsin hatin vekirin. Welatiyan di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK û YPG'ê vekirin û bênavber dirûşmên 'Bijî Serok Apo' , 'Bê Serok jiyan nabe' , 'Bijî berxwedana YPG' û 'Êlih ranekeve li Ocalan xwedî derbikeve' hatin qîr kirin. Esnaf û welatiyên di devê rê de jî bi çepikan piştgiriyê dan girseyê.

Dema ku meş bi dawî bû ji aliyê Hevseroka BDP'a Êlihê Rahşan Çarboga ve daxuyanî hat xwendin. Di daxuyaniya ku Çarboga xwend de hat diyar kirin ku, ev 14 sale Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê dibin tecrîda giran de tê girtin û ew jî rewşa Wî ya tenduristiyê ber bi xirabiyê ve dibe û wiha daxuyanî berdewam kir: "Heta niha ji aliyê rayedarên dewleta Rirk ve tu çaraseriyeke ji bo yekê nehatiye dîtin û raya giştî derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd de nehatiya agahdarkirin. Ev tişt jî gelê Kurd dixe nava fikaran. Herî dawî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtineke pêk anîbû û diyar kiribû ku, her ku diçe rewşa wî ya tenduristiyê ber bi xirabiyê ve diçe û ji ber wî jî daxwaza heyeteke serbixwe ya bijîşkan kiribû. Tenduristiya Rêberê Gelê Kurd û ewlahiya wî di bin berpirsyariya hikûmetê de ye. Ji bo ku pêvajoya çareseriyê baş birêve biçe divê teqez dewlet gavav biavêje."

'EM CEJNÊ PÎROZ NAKIN'

Piştî daxuyaniya ku ji aliyê Çarboga ve hat xwendin parlamentera BDP'a Êlihê Ayla Akat axivî û Akat diyar kir ku, li her deverê Cejna Remezanê tê pîroz kirin lê gelê Kurd di Cejna Remezanê de di nava serhildan û çalakiyan de ye û wiha got: "Azadiya Rêberê Gelê Kurd azadiya gelê me ye. Bila dewleta Tirk û dewletên serwer bizanibin ku bi hêza gelê xwe heta em Rêberê xwe azad nekin em ne cejn û ne jî şahiyan pîroz nekin. Em ji bo Rêberê xwe şev û rojên xwe dikin yek. Ji me re ne rûniştin û ne jî rawestandin heye. Heta niha tu kes wek Serok Ocalan ji bo pêvajoyê ked nedaye. Her tim projeyên xwe yên çareserî û aştiyane pêşkêş kir." Meşa ku hat lidarxistin bi çepik û dirûşman bi dawî bû.