Li Êlihê bi hezaran kes ji bo piştgiriya Rojava civiyan

Li Êlihê bi hezaran kes ji bo piştgiriya Rojava civiyan

Mîtînga "Berxwedana Rojava Berxwedana me ye" bi pêşengiya Tevgera Jinê ya Azad û Demokratîk (DOKH) tê lidarxistin, bi herikîna bi hezaran kesî li qadê, destpê kir.

Li Êlihê, mîtînga "Berxwedana Rojava Berxwedana me ye" bi pêşengiya Tevgera Jinê ya Azad û Demokratîk (DOKH) tê lidarxistin, bi herikîna bi hezaran kesî li qadê, destpê kir.

Li qada mîtîngê ya li Bûlvara Koçeran pankartên mezin ên weke, “ Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava em yek in”, “An azadî an azadî”, Roj roja me ye ax axa me ye” û “gelê Rojava ne bi tenê ye” hatin deliqandin.  Bi hezaran jinên ku herîkîn meydanê bi cil û bergên herêmî û flamayên kesk, sor û zer ku girêda bûn, bal kişandin. 

Li meydanê, girseyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK û PKK’ê hilgirt. 

Ji navenda Êlihê, Sason, Kerçewc, Heskîf, navçeya Qûbîn, ji bajarok û gundên derdorê gel bi wesayîtan hatin meydana xwepêşandanê. 

Li meydana xwepêşandanê ku ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin, gel di 8 nuqteyên kontrolê de tên derbaskirin û xwe digihînin qada mîtîngê

Bi hezaran beşdarên mîtîngê li ber muzîkê govendê digerînin û li ser hev sloganên “bijî berxwedana YPG”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Rojava” diqîrin.

Polîsên Tirk her weha derketin ser avahiyên bilind ên li derdora qada mîtîngê û dîmenan dikşînin.
 
Mîtîng bi coşeke mezin dewam dike.