Li Êlihê bombeya deng avêtin qereqola polîsan
Li Êlihê bombeya deng avêtin qereqola polîsan
Li Êlihê bombeya deng avêtin qereqola polîsan
Dema li Êlihê bombeya deng avêtin qereqola polîsan, hate ragihandin ku 3 kesên tê îdîakirin bûyer pêkanîne hatine binçavkirin.
Li Êlihê şeva din di demjimêr 20.30’an de bombeya deng avêtin Qereqola Polîsan ya Şehîd Yildiz Işilakça ya Bahçîevlerî ya li taxa Baglarê. Bombeya ku ket ber dîwarê baxçe û bi dengek mezin teqiya, bû sedem ku li derdorê panîk çêbibe. Midûrê Polîsan yê Êlihê Hasan Alî Okan hate cihê bûyerê û agahî girtin. Hate hînbûn ku, polîsên hatine cihê bûyerê vekolîn pêkanîne 3 kesên hate îdîakirin têkiliya wan bibûyerê re heye hatin binçavkirin.