Li Êlihê danasîna Hevseroka Şaredariya Kercewsê Zeynep Oduncu
Li Êlihê danasîna Hevseroka Şaredariya Kercewsê Zeynep Oduncu
Li Êlihê danasîna Hevseroka Şaredariya Kercewsê Zeynep Oduncu
Li Êlihê jinên Yekîtiya DOHK'ê ya Êlihê û rêxistina BDP'ê ya Êlihê bi boneya Hevseroka Şaredariya navçeyê ya Êlihê Kercewsê Zeynep Oduncu bi gel re danasin.
Li Êlihê jinên Yekîtiya DOHK'ê ya Êlihê û rêxistina BDP'ê ya Êlihê bi boneya Hevseroka Şaredariya navçeyê ya Êlihê Kercewsê piştî Namzetên Şaredariyan ku li Amedê hatin bijartin û eşkere kirin Zeynep Oduncu ji bo danesinan çûn nav welatiyên pîşgirî dabûn wan. Civîna danasin û pîrozbayiya Hevseroka Şaredariya Kercewsê Zeynep Oduncu, li avahiya BDP'ê ya Kercewsê hat lidarxistin.
Di civîna danasin û pîrozbahiyê de axavtina ewil Endama meclîsa navenda rêxistina BDP'ê Dîcle Manap kir. Manap anî ziman ku bi pêşniyara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a xweseriya demokratîk û pergala hevserokatiyê hatiye destpê kirin ji bo azadiya jinê gaveke pir giring e. Piştî Manap, Serokê navçê ya BDP'ê ya Kercewsê Şukru Aslan axavtinek kir. Aslan diyar kir ku ji bo jiyaneke azad û xweseriya demokratik çi bikeve li ser millê wan pêk bine. Aslan, bi lêv kir ku xweseriya demokratîk dê bi kar û xebata jinê re were avakirin û dema ku jin azad bibe dê civak ji azad bibe, û dê ji bo azadiya jinê û civakê xebatên xwe bidomînin.
Di Piştre Hevseroka Şaredariya Kercewsê Zeynep Oduncu destnîşan kir ku ji bo na azadiya jinê çi bikeve li ser milê wan dê pêk bînin û spasî ji pêşgiriya gelê kurd re kir.