Li Êlihê Dayîkên Şemiyê di hefteya 213’mîn de edalet xwestin

Li Êlihê Dayîkên Şemiyê di hefteya 213’mîn de edalet xwestin

Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê di çarçoveya çalakiya heftane ya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" de vê hefteyê windakirina welatiyê bi navê Şêxmûs Însel hate vegotin û li aqubeta wî hat pirsîn. Di çalekiyê de kuştina leşkeran a bi gûman hate pirsîn û hate diyar kirin ku, ev pêvajoya aşîtiyê û hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku hatine destpêkirin gelek girînge.

Weke her hefteyê li Êlihê, Rêveberên ÎHD'ê û xizmên windayan çalakiya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" li Kolana Gulîstanê berdewam kirin. Di çalekiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin kujerên wan bên darizandin” hat vekirin û malbat û xizmên windahiyan wêneyê kesên wenda hildan.

Di çalekiyê de malbat û xizmên windayan, rêveber û endamê ÎHD, rêveberên BDP, KURDÎ-DER, MEYA-DER, KESK, Însiyatîfa Dayikên Aşîtiyê, endamê meclîsa şaredarî û meclîsa giştî ya bajêr û gelek kes amade bûn.

Axaftina destpekê Serokê ÎHD’ê ya Şaxa Êlihê Osman Kunteş kir. Kunteş bal kişand ser kuştina leşkeran a bi gûman û diyar kir ku, qişlê leşkeriyê veguhizîne qadê mirinên bi guman û wiha got: “Di nava hefteyekê cenazeyê du leşkerên ku bi gûman hatin kuştin hatin Êlihê. Yek ji van Abdurrahman Çîftçî bû yê din jî Mahsun Adlig bû. Van cenazeyan gelê Êlihê bi dil can xemgîn kiriye û gelê me xistiye nava şîn ê.”

‘HETA PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NEBE ARAMÎ NAYÊ VÎ WELATÎ’

Piştî axaftina Kunteş, rêveberê ÎHD’a Êlihê Îlyas Ekîncî li ser navê ÎHD û malbatên xizmên windayan daxuyanî xwend. Ekîncî anî ziman ku, ev bû 213 hefte çalekî û rêzeçalekiyên wan ên ji bo ku winda bên dîtin û bila kujerên wan derbixin pêşberî dadgehê di domin. Ekîncî diyar kir ku, hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku hatine destpêkirin hêviya aşîtî û pêvajoyê nû xistine nava Tirkiyê û da zanîn ku ev hevdîtinên ku di domin ji bo pêvajoya aşîtiyê li pêş bikeve gelek girînge û dê ew her tim piştgiriyê bidin û xebatê bikeve ser milê wan amade ne.

Ekîncî destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd tenê ne kurdan eleqedar dike û wiha got: “Pirsgirêka Kurd a Tirkiyê, heremê û ya hemû cîhanê ye. Ger ku ev pirsgirêk heta çareser nebe. Ne mimkune li welatê me, heremê û ne jî heta li cîhanê demokrasî, azadî û aramî bê çê bibe.”

’14 SALE BIRAYÊ MIN WINDA YE’

Ekîncî anî ziman ku, dê ew vê hefteyê çîroka windabûna welatiyê bi navê Şêxmûs Însel, yê di sala 1999’an de hatiye windakirin, dê li gorî birayê wî Mehmet Şah Însel ku çîroka birayê xwe ji wan re gotiye bidin parvekirin. Ekîncî çîroka ku bira Însel ji wan re aniye ziman wiha vegot: “Birayê min Şêxmûs Însel di sala 1977’an de ji dayîk bû û ji dîroka 25.09.1999’an ve heta niha winda ye. Birayê min bi karê xwe yê dibistanê re eleqedar dibû û bi dersê xwe ve mijol dibû. Di wê navberê de me wî zewicand. Ji bo ku karên zewaca xwe bike ez û ew bi hev re çûn miduriyeta nufusê Misircê. Li nifusê gotin birayê te ji aliyê jendermeyan ve tê lêgerîn. Em hev re çûn qereqola jendermeyan. Ji me re gotin heta faks ji Emniyeta Êlihê tê bi sekinin. Em li wir demek dirêj rawestiyan û faks hat. Birayê min sewqî dozgeriya Misircê kirin. Dozgeriyê birayê min serbest berda. Piştî vê bûyerê hefteyek şûn de 25.09.1999’an de birayê min serê sibê ji malê derket û carek din ne zivirî çûn ew çûn. Ev 14 sale ji birayê min tu agahî nayê standin û winda ye.”

Piştî daxuyaniyê çalekî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.