Li Êlihê di nava 2 rojan de 6 kes hatin binçavkirin
Li Êlihê di nava 2 rojan de 6 kes hatin binçavkirin
Li Êlihê di nava 2 rojan de 6 kes hatin binçavkirin
Li Êlihê di demjimêrên serê sibehê de di ser malan de girtin û 6 kes binçavkirin.
Li Êlihê polîsên AKP’ê duh û vê sibehê li bajarokê Kaniyahênê ya ser bi navçeya Hezo ya Êlihê de girtin. Di serdegirtinên duh de endamên BDP’ê Şêxmûs Savdî, Emîn Mendî, Şemsedîn Tûnç, Kerem Çîftçî û jineka navê wê nehate zanîn hatibûn binçavkirin.
Vê sibehê jî polîsan li ser heman bajarokê Kaniyahênê ya Hezoyê de girtin û di encamê de rêveberê BDP’a bajarokê Idrîs Sûnar hate binçavkirin. Hate hînbûn ku, 6 kesên hatine binçavkirin li Midûriyeta Polîsan ya Êlihê tên ragirtin.