Li Êlihê di pevçûna bi çek de kesek hat kuştin

Li Êlihê di pevçûna bi çek de kesek hat kuştin

Li Êlihê di pevçûna bi çek a di navbera du malbatan de rû da kesekî jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyên hatin girtin li gundê Erkoklu di navbera malbatên Kanat û Tatsiz ên navbera wan de neyartî heye, şevê din ji bo axaftinê hatin gel hev. Di nîqaşa ku Hamza Kanat ê ji bo axaftinê çû mala Tatsiz de derket, piştî mezin bû vegeriya pevçûna bi çek. Di pevçûnê de Hamza Kanat birîndar bû. Hamza Kanat ku bi birîndarî ji male dûr ket, bi ambulanse birin Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê. Hamza Kanat ê li vir li gel hemû hewldanen nehat rizgarkirin, jiyana xwe ji dest da.

Ji bo li gund ti aloziyek rû nede gelek polîs çûn cihê bûyerê û ewlehiyên berfireh hatin girtin. Li gund ku rewşa aloz didome, cenazeyê Hamza Kanat ji bo rapora otopsî şandin Amedê.