Li Êlihê Êzidî li wargeha ji konan hatin bicihkirin

Li Êlihê Êzidî li wargeha ji konan hatin bicihkirin

Şaredariya Êlihê, Êzidiyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li Şengalê ji neçarî hatin Êlihê û li Malên Gel diman, li wargeha ji konan a li gundê Qorix ê Qûbînê bicih dike. Hevşaredar Gulîstan Akel ji gelê Êlihê xwest, ku alîkariya heta roja îro daye, ji niha û pê ve jî dewam bike.

Wargeha ji konan a ji bo Êzidiyên ji neçarî ji Şengalê hatin Êlihê ji aliyê Şaredariya Êlihê ve hat çêkirin, dest bi xizmetê kir. Êzidî, li wargeha konan a ji bo 2 hezar kesî li gundê Qorix ê navçeya Êlih Qûbînê berî çend mehan dest bi çêkirina wê hatibû kirin û di 22'ê Îlonê de temam bû, hatin bicihkirin.

Kurdên Êzidî yên ji ber komkujiya li Şengalê ya çeteyên DAIŞ'ê neçar mabûn cih û warên xwe biterikînin û tevî gelek bajarên bakurê Kurdistanê hatibûn Êlihê, heta niha li Malên Gel ên Şaredariya Êlihê hatibûn bicihkirin. 

Hevşaredar Gulîstan Akel kar û barên barkirina ji Mala Gel a Edîp Solmaz li gel Alîkara Hevşaredar Semra Guneş û endamên meclîsa Şaredariyê li cih şopand û ji ber herstyariyê ji gelê Êlihê re spas kir. Akel xwest, Êlihî alîkariya ku heta niha ji bo Kurdên Êzidî nîşan dabû, ji niha û pê ve jî bidomîne.