Li Êlihê ji bo tevlîbûna şahiya 15’ê Tebaxê bang

Li Êlihê ji bo tevlîbûna şahiya 15’ê Tebaxê bang

 Rêxistina BDP’ê ya Êlihê bi wesîleya salvegera pîrozbahiya 15’ê Tebaxê dê şahiyekê li dar bixe. Rêxistina BDP'ê ji bo beşdariya şahiyê banga tevlîbûnê kir.

Rêxistina BDP’a Êlihê, bi dirûşmaya “Bi germahiya meha Tebaxê, pîrozbahiya şahiya pêngava rizgariya demokratîk û jiyana azad” bi munasebeta 15’ê Tebaxê dê di saet 20.30’an de li Parka 8 Mart a Jinan a li Taxa Kultur şahiyê li dar bixe. Ji bo beşdariya şahiyê rêveberên BDP’ê li Kolana Gulistan û li navenda sûkê belavok belav kirin. Beriya belavok belavkirinê Hevseroka BDP’a Êlihê Rahşan Çarboga, civîna çapemeniyê li dar xist. Çarboga, diyar kir ku ew wekî her sal dê îsal jî bi şahiyek heybet û dilgeş li Êlihê şahiya 15’ê Tebaxê li dar dixin û wiha got: “Em 15’ê Tebaxê li her çar parçeyên Kurdistanê bi dilgeşî pîroz dikim. Em ê bi ruhê pêngava ‘Rizgariya demokratîk û avakirina jiyana azad’ a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin şahiya xwe li dar bixin û em gelê xwe bi vê dilgeşiyê vedixwînin şahiyê. Em dixwazin di van roj û demên dîrokê de gelê me hemû li cem be û beşdarî şahiya me bibin. Ji bilî vê şahiyê jî êdî dem dema hevgirtina gelê me hatiye. Em hemû gelê Êlihê vedixwînin şahiya me ya ku dê sibê bê li darxistin.”

Piştî daxuyaniyê rêveberên BDP li Kolana Gulistan û li navenda sûkê li welatiyan û esnafan belavok belav kirin û banga tevlîbûna şahiyê kirin.

Parlamentera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata dê wek axaftvan û ji bo bernama hunerî jî dê Koma Gulên Xerzan, Koma Rosîda û hunermend Turan Şengul tevlî şahiyê bibin.