Li Êlihê jinek hat qetilkirin

Li Êlihê jinek hat qetilkirin

Li Êlihê jina bi navê Gulbeyaz Ozcan ji aliyê destgirtiyê xwe yê berê ve hat qetilkirin.

Li Kolana 1901. a li ser rêya  Yunus Emre ya li Taxa Saglik a Êlihê jina ciwan a bi navê Gulbeyaz Ozcan ji aliyê destgirtiyê xwe yê berê Kerîm Başbug ve bi çekê hat qetilkirin. Şahîdên bûyerê diyar kirin ku di navbera Ozcan a bi dayîka xwe re çûbû pêdiviyên cejnê bikire û Başbug de li çarşiyê nîqaş derketiye, Başbug gule berdaye serê Ozcan û ew qetil kiriye.

Başbûg paşê ji cihê bûyerê 50 metre wêdetir guleyê berdide serê xwe jî. Ozcan ku li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dide, Başbug bi giranî birîndar dibe û wî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê dikin, lê belê tevî mudaxeyê jî jiyana xwe ji dest dide.

Bi bihîstina bûyerê re xizmên ciwanan hatin ber nexweşxaneyê. Hat ragihandin ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin