Li Êlihê kampanya ji bo Rojava mezin dibe

Li Êlihê kampanya ji bo Rojava mezin dibe

Li Êlihê bi pêşengiya DOKH’ê, ji bo piştevaniya Rojava li taxa Pazaryerî yê kampanya hat destpêkirin û têkildarî alîkariyê Hevseroka BDP’a Êlihê Rahşan Çarboga, diyar kir ku ew ê ji îro pê ve li her tax, gund, navçeyan ji bo alîkariya Rojava lez bidin xebatan. Çarboga bang li gelê Êlihê kir ku beşdarî kampanyayê bibe.

Di pêşengiya Tevgera Jinê ya Azad û Demokratîk (DOKH) de ji bo piştevaniya Rojava li taxa Pazaryerî ya Êlihê kampanya alîkariyê hat destpêkirin. 2 meh in DOKH û Rêxistina BDP’a Êlihê kampanya alîkariyê hatiye destpêkirin. Kampanya her diçe fireh dibe. Alîkariya li taxa Pazaryeriyê hate destpêkirin li kuçeya 2711’mîn li depoya mala Mele Osman Kaya tê komkirin. Beriya destpêkirina kampanya yê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevseroka BDP’a Êlihê Rahşan Çarboga, Alîkara Şaredarê Êlihê Gulîstan Akel, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aşîtiyê, tevakrên DOKH’ê, Rêveberên BDP û gelek welatiyên taxê amade bûn. Li ber derê depo yê pankartên “Başûr, Bakûr, Rojhilat û Rojava yek in” ve “Bi alîkariyên xwe em piştgirî bidin gelê Rojava” hatin daliqandin. Li vir li ser navê DOKH û BDP’ê Çarboga daxuyanî da. 

Çarboga, diyar kir ku zêdetirî saleke li Rojava destketiyên hatine bi destxistin ji aliyê dewletên Emperyalîst ve û Tirkiyê ve tê fetisandin û got ku wek di hemû şeran de li Rojava jî herî zêde zarok û jin zerara mezin dibînin û tesîra şer li ser wan tê kirin. Çarboga, anî ziman ku ew e wek tevgera jinan dê ji niha pê ve hemû xebat û çalakiyên xwe diyarî ‘Şoreşa Rojava’ bikin û wiha got: “Em vê alîkariyê ji bo gelê Rojava yê di qirkirinê de derbas dibe didin berhevkirin. Ji îro pê ve em ê xebatên xwe zêde û leztir bikin. Ji îro pê ve tax bi tax, gund bi gund, mal bi mal û navçe bi navçe em ê bigerin û alîkariyê bidin hev. Dê ev gerên me li van deran hem vegotina şoreşa Rojava be û hem jî dê ji bo alîkariyê be. Ji bo alîkarî berhevkirinê em ê li benda girtina deriyên sînoran ne sekinin. Torbeyek arvan û kîloyek rûn jî ji bo jin û zarokên Rojava girînge. Li wir herî zêde jî pêdivî bi mama yê zarokan û dermanan heye. Em li bendê ne ku gelê Êlihê di vî warî û mijara alîkariyê de bi hîstewar tevbigere.” 

Piştî daxuyaniyê welatiyan bê navber dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana YPG” berz kirin. Alîkariya ji aliyê welatiyan ve hate şandin jinan hilda ser milan û derbasî depo yê kir. Welatiyan dest bi anîna alîkariyê kirin.