Li Êlihê komkujiya Geverê hat şermezarkirin
Li Êlihê komkujiya Geverê hat şermezarkirin
Li Êlihê komkujiya Geverê hat şermezarkirin
Rêxistina BDP’a Êlihê û Platforma Demokrasiyê ya Êlihê, qetilkirina Mehmet Reşît û Veysel Îşbîlîr yên ku ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin bi meşek girseyî şemezar kirin. Hevserokê BDP’a Êlihê Serdar Atalay, bang li hikûmetê kir ku kujeran derbixe holê û hikûmeta AKP dawî li qetliyamên xwe bîne.
Rêxistina BDP’a Êlihê û Platforma Demokrasiyê ya Êlihê, qetilkirina Mehmet Reşît û Veysel Îşbîlîr ên ku ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin bi meşek girseyî û daxuyaniya çapemeniyê şermezar kir. Bi sedan welatî li ber şaredariya Êlihê civiyan û pişt re di ser kolana Amedê de ber bi kûçeya hûnerê ve meşiyan. Di meşê de endamê BDP Nezîr Gulcan, Hevserokên BDP’ê yên Êlihê Rahşan Çarboga, Serdar Atalay, hevserokên HDP’a Êlihê Wîldar Ergun Tîlegî, rêveberên BDP, HDP, HDK, Înîsiyatîfa Dayikên Aşîtiyê, endamên DOKH’ê, endamên Meclîsa Ciwanên BDP, nûnerên saziyên civakî yên sivîl û bi sedan welatî amade bûn. Di meşê de wêneyên Îşbîlîr’an ku “Gelê geverê ne bi tenê ye” û “Gelê Êlihê dê hesabê qetliyama Geverê bipirse” hatibû nivîsandin hatin hildan û girseyê bê navber sloganên “Bila qatil bên dîtin hesap bê pirsîn”, “Şehît namirin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Dema meş dimeşiya polîsan bi gotinên “Meşa ku hûn dikin ne zagonî ye. Ger ku hûn belav nebin emê pişt re derbarê we de doz vekin” girseyê tehdît kirin. Balkêş bû bi dehan polîs meş û daxuyaniyê qeyd dikirin.
Li kûçeya Hûnerê meş bi dawî bû daxuyaniya çapemeniyê hate li darxistin. Hevserokê BDP’a Êlihê Serdar Atalay, bal kişand ser hefteya mafê mirovan û got ku Tirkiyê her roja ku diçe îmze diavêje bin sosreteke din. Atalay, anî ziman ku pêvajoya ji aliyê Ocalan ve hatiye destpêkirin rastî saboteyê tê û got ku heta niha gelê Kurd hemû berpirsyariya xwe aniye cih. Atalay, diyar kir ku hikûmeta AKP dixwaze pêvajoyê darbe bike û wiha got: “Lê feqet hikûmeta AKP dixwaze vê niyeta baş ber bi xerabûnê ve bibe û li her devera Kurdistanê ketiye nava hewldanên provakatoriyê.” Atalay, bal kişand ser êrîşên li hember goristanên gerîlayên HPG’ û got ku di encama şermezarkirina êrîşa li hember goristanan de Reşît û Veysel Îşbîlîr jiyana xwe ji dest dane. Atalay, bang kir ku bila rojek beriya rojekî kûjerên Îşbîlîr’an bên dîtin û da xwest hikûmeta AKP dawî li qetliyamên xwe bîne. Atalay, got ku dema ev êrîş û qetliyamên li ser gelê Kurd bi dawî nebin dê ew her tim li qada bin.
Piştî çalekiya rûniştinê daxuyanî bi dawî bû.