Li Êlihê Newroz bi beşdariya sedhezaran hat pîrozkirin
Li Êlihê Newroz bi beşdariya sedhezaran hat pîrozkirin
Li Êlihê Newroz bi beşdariya sedhezaran hat pîrozkirin
Parlamentera BDP'ê ya ÊLihê Ayla Akat Ata, li Êlihê derket pêşberî 100 hezaran û got Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê di 21'ê Adarê de di Newroza Amedê de ji bo çareseriya demokratîk peyama dîrokî bide. Akat, da zanîn ku divê gelê kurd jî bi milyonan beşdarî Newroza Amedê bibe û li peyama Serokê Gelê kurd û peyama dîrokî xwedî derkevin. Akat, anî ziman ku hêj polîtikayên înkar û îmhayê yên li ser gelê kurd berdewam dikin û wiha got: "Heta ku gelê kurd azadiya Serokê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan, nasname, statu û ziman bi dest nexin divê berxwedan û têkoşîna xwe kêm nekin û têkoşîna xwe bilintir bikin."
Pîrozbahiya Newroza Êlihê bi tevlêbûna 100 hezaran berdewam dike. Di pîrozbahiyê de Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat derket ser dikê û ewil Newroza Gelê Êlihê pîroz kir. Akat li ser girîngî û wateya Newrozê axivî û anî ziman ku Newroz bi xêra şehîdan gihiştiye îro û wiha got: "Em şehîdê xwe ji bîr nakin. Ger ku em îro karibin li vê axa pîroz Newroza Azad pîroz bikin, pîrozbahiya Newrozê çêkin bi xêra şehîdên Newrozê ye. Bi têkoşîna şehîdan in. Em wan ji bîr nakin "şehît namirin"
NEWROZ DÊ BIBE AZADIYA OCALAN'
Akat, da zanîn ku çawa çalakiya Mazlum Dogan û berxwedana Îmraliyê tariya Zindana Amedê û Zindana Îmraliyê ronî kir û wiha got: "Îro têkoşîna wan li qada Êlihê belav dibe. Berxwedana Îmraliyê tariyê ronî dikin. Em çalakiya Zekiye Alkan ji bîr nakin. Em dibêjin şehîd namirin. Gelê me dîsa li qada Newrozê dengê xwe bilind dikin. Gelê me li gorî ruhê Newrozê hawara xwe bilind dikin. Newroz ruhê berxwedanê ye. Serhildan e. Em hêvî dikin ku Newroz îsal bibe azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan. Em îro dîsa dibêjin Êdî Bes e!. Em statuya gelê kurd dixwazin. Gelê kurd ji bo qebûlkirina nasnameya xwe li ser piyan e û di ber xwe dan e. Bi 100 hezaran gelême ji bo nasnameya xwe û qebûlkirina hebûna xwe şehît ketine û bedel dane. Me di sala 2006'an de me bi hevre gotibû Êdî Bes e. Me di 2011'an de dîsa gotibû 'An Azadî An Azadî'. Niha jî dewlet dibêje pêvajo aştiyê ye. Lê dewlet dixwaze li gorî xwe aştiyê çêke. Lê gelê me dê aştiya xwe pêk bîne. Dê her tim li pey rêberê Gelê kurd be. Serkeftin û aştî di destê gelê me de ye. Ger ku her tim gelê me liser piyan be wê demê em dê bi ser bikevin."
‘XWEST KURD YEKÎTIYA XWE XURT BIKIN'
Akat, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Berxwedana gelê kurd îro hûn kirine behra gelê kurd. Dema em çûn cem Birêz Rêberê Gelê kurd, birêz Ocalan ewil rewşa gel pirsî. Got rewşa gel çawa ye? Gel li ser piyan e ya na? Dîsa pirsa yekîtiya gelê kurd pirsî. Got gelê kurd yekîtiya xwe çêkiriye ya na? Gelê kurd di nava xwe de yekîtiya xwe çêkiriye ya na? Em îsal di sala 2013'an de gel li ser piyan e û biryara xwe daye. Dibêje em azadiya ziman, nasname, çand û azadiya Serokê Gelê Kurd dixwazin. Gelê me 20 salin li ser piyan e. Ji bo aştî û çareseriya demokratîk li ser piyan e. Lê dewlet hêji biryar nedaye. Hêj negotiye em nasname, ziman, çand û hunera gelê kurd qebûl dikin. Hêj negotiye em statuya gelêk kurd qebûl dikin. Em vê peyam û daxwaza xwe dîsa ji dewletê re bêjin. Îro lazim e gelê me ji berê bêtir li ser piyan be û di daxwaza xwe de israr bike. Kengî dewletê daxazên kurd qebûl kir, wê demê em bi ser dikevin. Em dibêjin an azadî an azadî, lê dewlet dibêje 'Rawestandin tune rêya xwe ya berê bidomîne' Ger ku gelê me bêje em hene, em mafê xwe û hebûna xwe dixwaze wê demê em dê bi ser bikeve. Ger ku gelê me di daxwazên xwe de israr bike wêdemê dewlet mecbûre biryarên xwe bide."
'DEWLET HÊJ KURDAN ÎNKAR DIKE'
Ayla Akat, di dirêjahiya axaftina xwe de bal kişand ser feraset û polîtîkayên dewletê yên li hemberî gelê kurd û wiha berdewam kir: "Me berê jî gotibû me zilm, qetlîam, kuştin, binçavkirin, girtin, şewitandin sirgûn dîtiye. Em vê dewletê nas dikin. Lê dewletê hêj hemûna me qebûl nekiriye. Dewlet her tim ji bo înkar û îmhayê û asîmîlasyonê xebatên xwe dimeşîne. Em jî dê bi serhildan û berxwedana xwe bi destê xwe rêya çareseriyê pêş bixin û ber bi ronahiyê bibin. Ji îro û şûnde divê gelê me ji berê bêtir di nava têkşînê de bin. Em ji dewletê wan natirsin. Heta ku nasnameya gelê kurd, çand û hunera gelê kurd azad nebe em karibin rawestin? Heta Rêberê Gelê Kurd azad nebe em dikarin rawestin? " Dema Akat ev pirs ji gel pirsî Bi 100 hezaran bi yek dengi got "Na em nikarin rawestin"
'HETA DAXWAZÊN ME QEBÛL BIKIN EMÊ BÊJIM BERXEWDAN'
Akat, west ku heta dewlet daxazên gelê kurd qebûl neke her tim gelê kurd di nava berxwedan û serhildanê de be û wiha axivî: "Gelê me biryar daye û gotiye "Bêyî Serok jiyan nabe" Êdî gelê me komkujiyan ji bîr nakin. Komkujiya Agirî, Roboskî, Şêx Seît û komkujiyên din ji bîr nakin. Heta ku dewlet hebûna me qebûl neke, em dê her tim bêjin Berxwedan jiyan e. Em dewleta Tirkiyeyê jî nas dikin û yên din jî nas dikin. Em dizanin ku li pey komkujiya Roboskiyê jî û Parisê kî heye. Em nabin kurdên li du tewletên Ameriqa û yên din. Em nabin kurdên AKP'ê. Em kurdên Azad azad!. Rengê me Kesk, sor û zere. Dengê me yek e. Ji ber ku armanc û daxwazên me yek. "
'SEROKÊ GELÊ KURD OCALAN E'
Akat, da zanin ku ew dîsa dibêjin hemû nirxên gelê kurd yek in û Serokê Gelê kurd yek e û got: "Gelê kurd peyama xwe dişîne. Serokatî jî gotiye silavên min bişînin ji dayikên kurd, gelê kurd re. Em jî dibêjin hezar silav ji Serokê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan re. "Bijî Serok Apo" Em dibêjin Serokê Gelê kurd yek e. Ew jî Birêz Ocalan e."
'EMÊ LI PEYAMA SEROKÊ XWE XWEDI DERKEVIN'
Akat di dawiya axaftina xwe de girtiyên zindanan jî silav kir û wiha dawî li xaftina xwe anî: "Em ciwanên Êlihê yên di pêş de jî pîroz dikin û dibêjin ji mere rawestandin tune. Em berxwedana zindanan jî pîroz dikin. Em Newroza girtiyan pîroz dikin û em dibêjin em dê hemû zindanan vala bikin. Duh Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş çû cem Birêz Ocalan. Got Serokê Gelê kurd dê di 21'ê Adarê de peyama dirokî bide. Me îro çawa qada Newrozê tije kiriye, divê em di 21'ê Adarê de qada Newroza Amedê bi milyonan dagirin. Divê hemû zarok û mezin destê xwe bidin hev û berê xwe bidin Amedê li peyama Birêz Ocalan guhdar bikin. Lazime em ji bo vê peyama dîrokî bi tevlêbûna dîrokî tevli Newrozê bibin û nîşan bidin ku gelê kurd çawa li Serokê xwe xwedî derdikevin. Em dîsa ji Birêz Ocalan azadiyê û ji gelê kurd re statuyê dixwazin. Hûn her hebin hûn her bijîn"