Li Êlihê pevçûn: Kesekî jiyana xwe ji dest da 2 kes jî birîndar bûn
Li Êlihê pevçûn: Kesekî jiyana xwe ji dest da 2 kes jî birîndar bûn
Li Êlihê pevçûn: Kesekî jiyana xwe ji dest da 2 kes jî birîndar bûn
Li Êlihê di pevçûna navbera du kesan de kesekî jiyana xwe ji dest da 2 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên hatin wergirtin, li Kolana 726 Taxa Çarşi de di navbera 2 koman de nîqaşa ji ber sedemeke nehat zanîn destpê kir veguherî pevçûna bi kevir, dar û kêran. Di pevçûnê de Serdar Guner, Ozan Guner û Rezak Gezmîş ên bi kêran birîndar bûn rakirin nexweşxaneya taybet. Serdar Guner tevî hemû mudaxeleyan jî nehat rizgarkirin. Cenazeyê Guner ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlih.