Li Êlihê serdanên sersaxiyê ji bo 5 gerîlayên PKK’ê berdewame

Li Êlihê serdanên sersaxiyê ji bo 5 gerîlayên PKK’ê berdewame

Rêxistina BDP'ê ya Êlihê ji bo 5 gerîlayên PKK'ê yên ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, çûn serdana taziya malbatan. 

5 gerîlayên PKK'ê yên ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn û ji aliyê MEYA-DER û malbatên gerîlayên PKK'ê, yên bi navên Davut Sonmezsoy (Garzan), Gulçîn Uzum (Têkoşîn), Kutbettîn Ot (Yaser), Nadî Sezî (Jiyan) û Sabrî Dalmiş (Serdar Sipan) ve serdanên sersaxiyê hatibû qabûl kirin, îro jî ji aliyê rêxistina BDP'ê ve û bi girseyî hat ziyaret kirin. Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, KURDÎ-DER. rêveberên BDP'ê HDK, Dayikên Aşitiyê û bi dahan kesan li Taxa Beşevlerê kombûn û bi meşeke girseyî çûn mala sarsaxiyê. Di meşê de bê navber dirûşmeyên "Şehit namirin", "Biji Serok Apo" û "Şehit rumeta me ye" qêr kirin. Her wiha di meşê de dayîkan pankarta "Şehit Namirin" hat hilgirtin û girse heya mala sersaxiyê meşiya. Li salonê posterên Rêveberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û posterên 5 gerîlayên PKK'ê hatin daliqandin.

Li vir Serokê MEYA-DER'ê ya Êlihê Ekrem Deyirmencî axavtinek kir. Deyirmencî diyar kir ku di Nevroza 2013’an de ji aliyê Rêveberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve pêvajoya çareserê destpê kir û bi pêvajoyan mirin ji holê rabû xebera mirinan nehat û ew naxwazin êdî xebera mirinan werin ji wan re. Heta îro dewlet gav ne avêtiyê bila dewlet ji îro pêve gav bavê je. 
Girse piştî axavtinê dua kir û ji mala sersaxiyê belav bûn.