Li Êlihê zarokek hate girtin

Li Êlihê zarokek hate girtin

Li Êlihê zarokê binavê F.T 15 salî bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” hate girtin.

Zarokê binavê F.T ê 15 salî ku duh li Batmanê hatibû binçavkirin, hate girtin. Piştî F.T îfade li Midûriyeta Polîsan ya Êlihê dan, veguhestin Edliyeya Êlihê. F.T’yê îfadeyên wî li dozgeriyê girtin, piştre bidaxwaza girtinê veguhestin dadgehê. F.T’yê  di dadgehê de îfade dan, bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê.

Weke din jî hate hînbûn ku, welatiyekê ku navê wî nehate zanîn û duh hatibû binçavkirin, piştî îfade dan serbest hate berdan.