Li Elmanya, çalakiyên ji bo Rojava wê dewam bikin
Li Elmanya, çalakiyên ji bo Rojava wê dewam bikin
Li Elmanya, çalakiyên ji bo Rojava wê dewam bikin
Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanyayê dijîn, bi armanca piştgiriya bi şoreşa Rojava û şermezarkirina êrîşên li dijî Kurdan, vê heftê jî li gelek bajaran xwepêşandanan lidar dixin. YEK-KOM û PYD'ê banga beşdariya li van çalakiyan kirin.
Bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên El Qaîdeyê yên li dijî Kurdên li Rojavayê Kurdistanê, çalakiyên Kurdên li Elmanyayê wê vê heftê jî dewam bikin. Meş û mîtîng ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurd li Elmanyayê (YEK-KOM) û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ve tê organîzekirin. Di xwepêşandanan de wê ji hikûmeta Elman bê xistin ku ji bo Rojava têkeve nava tevgerê. Ji bo xwepêşandanên ku ji Platforma Organîzasyon û Saziyên Kurd ên piştgiriya bi Rojava re li Elmanyayê û Yekitiya Hêzê ya Demokratîk a Elmanyayê piştgiriyê dibîne, YEK-KOM û PYD'ê banga tevlêbûnê li Kurdistanî û dostên wan kirin.
Bernameya çalakiyên vê heftê yên li Elmanyayê weha ye:
SAARBRUCKEN: 23'ê Tebaxê roja Înê saet di 17:00 de meş û mîtîngek tê lidarxistin. Meş wê li ber Europagaleri destpê bike.
HEILBRONN: 24'ê Tebaxê roja Şemiyê li qada Killienplatzê saet di 16:00 de wê mîtîng bê lidarxistin.
NURNBERG: 31'ê Tebaxê roja Şemiyê saet di 15:00 de meş û mîtîng bê lidarxistin. Meşê saet di 15:00 de li qada Annapark-Maffeiplatzê destpê bike.
DORTMUND: Ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, di 31'ê Tebaxê roja Şemiyê de, Kurdên li eyaleta NRW dijî wê tevlî meş û mîtînga saziyên Elman bibin û balê bikşînin ser Rojava.
HAMBURG: Yekitiya Hêzê ya Demokratîk ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, di 31'ê Tebaxê roja Şemiyê de meş û mîtîngekê lidar dixe. Meş wê li ber Stasyona Dammtor saet di 14:00 de destpê bike.
BERLÎN: Roja 7'ê Îlonê wê meş û mîtîngek ji aliyê Platforma Organîzasyon û Saziyên Kurd ên piştgiriya bi Rojava re pêk were. Meşê saet di 13:00 de li Hermanplatzê destpê bike.
BREMEN: Roja 7'ê Îlonê wê bi piştgiriya Kurdistaniyên li Oldenburg û Lohn, meş û mîtîngek bê lidarxistin. Cih û saeta çalakiyê hînê diyar nebûye.
HANNOVER: Di 7'ê Îlonê roja Şemiyê de bi beşdariya Kurdistaniyên li Salzgitter, Peine, Hildesheim û Kasselê wê meş û mîtîngek bê lidarxistin. Cih û dema çalakiyê hînê zelal nebûye.