Li Elmanyayê, namzeta Kurd Kaplan dest bi kampanya hilbijartinê kir

Li Elmanyayê, namzeta Kurd Kaplan dest bi kampanya hilbijartinê kir

Li Elmanyayê ji bo hilbijartinên 22'ê Îlonê yên Parlamenta Federal, ji namzetên Partiya Çep (Die Linke) yên NRW Ayten Kaplan dest bi kampanya hilbijartinê kir. YEK-KOM'ê da xuyakirin ku namzetên wan Ayten Kaplan e û bang li hemû Kurdên li NRW kir ku dengê xwe bidin Kaplan.

Li Elmanyayê, ji bo hilbijartinên 22'ê Îlonê yên Parlamenta Federal, partî û namzetan dest bi xebatên xwe yên hilbijartinê kirin. Siyasetmedaran Kurd a ji Ayten Kaplan ku di rêza 11. a lîsteya Eyaleta Nordrhein Westfalen (NRW) ya Die Linke (Partiya Çep) de cih digire, bi hin hevdîtinên xwe yên dawiya vê hefteyê re, dest bi xebatên hilbijartinê kir. Ayten Kaplan li bajarê Kolnê bi saziyên Rojhilatê Kurdistanê û derdorên çep û demokatîk ên Tirkiyeyî hat cem hev, civîn lidar xist û behsa projeyên xwe yên piştî hilbijartinê kir. Saziyên Kurd û nûnerên rêxistinên çep ên Tirkiyeyî soz dan ku ewê piştgiriyê bidin Kaplan û bal kişandin ser girîngiya mayîndebûna xebatên hevbeş û diyalogê.

KAPLAN: EZÊ BIBIM DENGÊ PENABERAN

Ayten Kaplan diyar kir ku eger ew were hilbijartin, ewê destpêkê li ser projeyên ji bo penaberên li Elmanyayê bixebite û got, "Em li Elmanyayê xwedî nifûsek bi milyonan a penaberan e. Lê belê bi awayekî cidî di Parlamenta Federal a Elmanya de nayên temsîlkirin. Sedema vê jî em her tim xwe jê vedigirin. Halbûkî êdî em ji vir in emê li vir bijîn. Lewma divê em xwe bi xwe temsîl bikin." Kaplan diyar kir ku heta niha pirsgirêkên penaberan ji aliyê siyasetmedarên Elman ve hatine bilêvkirin û got, "Pirsgirêkên me penaberan heta niha Elmanan anîn ziman. Dibe ku xwedî niyetek baş û ji dil bin. Lê Elmanek nikare rastiya me ya civakî û pirsgirêkên me fêm bike. Ji ber vê yekê ti carî bi têrkerî behsa me nekir. Eger em êdî ji vir bin, hingî divê em di siyaseta vê derê de jî cih bigirin. Divê em behsa pirsgirêkên xwe, behsa xwe bikin. Ji ber ku aborî, sosyalîste, çand û pirsgirêkên Elmanyayê yên me ne jî. Pêwîste weke penaberan êdî em li vî welatî hin wezîfeyan bigirin ser milê xwe. Pirsgirêkên me Kurd, Tirk, Ereb û penaberên din li vê derê hene. Ez dixwazim van bînim ziman. Li Elmanyayê nêzî milyonek Kurd dijîn. Di warê polîtîk, civakî û çandî de bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne. Ji bo çareseriya van pirsgirêkan, ezê bixebitim."

YEK-KOM: DENGÊ XWE BIDIN KAPLAN

Hevserokê Federasyona Komeleyên Kurd li Elmanyayê (YEK-KOM) Yuksel Koç jî da xuyakirin ku di hilbijartinên 22'ê Îlonê de namzetên wan Ayten Kaplan e û got, "Em Kurd, di hilbijartinan de piştgiriyê didin siyasetmedara Kurd Ayten Kaplan û Partiya Çep. Ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku Ayten Kaplan dikare pirsgirêkên me li Parlamenta Federal bîne ziman. Lewma em bang li hemû Kurdên li NRW dijîn dikin ku ji bo Ayten Kaplan karibe bê hilbijartin dengê xwe bidin Partiya Çep (Die Linke)."