Li Ên Îsa komên çekdar welatiyê Kurd Arif Beşîr Kino birîndar kirin

Li Ên Îsa komên çekdar welatiyê Kurd Arif Beşîr Kino birîndar kirin

Li ser riya Rotko ya herêma Ên Îsa welatiyê Kurd Arif Beşîr Kino rastî êrîşên komên çekdar hat û birîndar bû.

Welatiyê Kurd Arif Beşîr Kino yê 40 salî dema ji gundê xwe Til Xezal ya Kobanê derket li ser riya Rotko ya Ên Îsa beramberî êrîşa komeke çekdar hat û birîndar bû. Kino bi zehmetî tevî birînên xwe, xwe gihande nexweşxaniyê Kobanê û li wir rastî mûdaxeleya bijîşkan hat.

Piştî ku pevçûn li Serêkaniyê di navbera şervanên YPG'ê de û komên çete yên ku bi alîkariy Tirkiyeyê ketin bajêr de, gelê Kurd yên ji Kobanê li ser riyên Tilebyd û Ên Îsa ku komên çekdar lê bicih dibin û rastî êrîşên komên çekdar tên.