Li Enqerê Ji bo Rojava piştgirî, li dijî destwerdana Sûriyeyê bertek

Li Enqerê Ji bo Rojava piştgirî, li dijî destwerdana Sûriyeyê bertek

Di mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cihanê a  Enqerê de, ji aliyê hezaran kesan ve  êrişên li ser Rojava hatin şermezar kirin. Di mitingê de destwerdan Sûriyeyê ji hat şermezar kirin û bang li AKP’ê hatin kirin ku bi cidî nêzî pêvajoya çareseriya demokratîk bibe.

Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cihanê hezaran kesên hatîn cem hev li Enqerê li rêya Torosê berbi meydana Kolejê meşiyan. Di mitingê de bangewaziyên aştiyê hatin kirin. Êrîşên li ser Rojava û destwerdana Sûriyeyê hatin şermezar kirin.  Girseya ku HDK, BDP, EMEP, ÖDP, KESK, DİSK û gelek rêxistinên  demokratîk di nav de kombûyî li rêya Torosê di seat 17:00’an de berbi qada Kolejê ve meşiyan. Di dema meşê her tim doruşmeyên “Ji şer re na, qasidê aştiyê Îmraliye”, “ Bê serok jiyan nabe”, “ Ji tecrîta girtiyan re na.”, “ Ji şer re na, ji aştiyê re erê”, “ kujer DYA, ji Rojhilata Navîn bi qewite”, “ Kujer DYE, hevkar AKP” hatin avêtin.

Di dema girse ket qada Kolejê  komekê xwest ku girseyê bîne proveqesonan. Ji ber hestyariya girseyê bûyeran rû neda.

 Daxuyaniya ku bi Erebî, Kurdî,Tirkî hatî amadekirin, piştî rêzgirtina ji bo Têkoşîna Aştiyê jiyana xwe ji dest dayîn hat xwendin.

Daxuyanî ji aliyê Endamê Meclîsa HDK’ê Harûn Çakmak û Hevserokê BDP’a Enkerê Ahmet Aday  ve hat xwendin.

Di daxuayanê hat destnîşan kirin ku komkojiyên Rojava yê Kurdistanê di dîrokê de yek komkojiya herî bi xwîne. Hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk piştgiriyê didin komên çeteyan û li milekê hukûmeta AKP’ê arîkariyê dide komên çete û li milekê jî ji bo komkûjiyên Misrê rundikên  xapinok di rijîne. Her wiha di daxuyaniyê de komkûjiya Misrê ji tê şermezar kirin.

Har wiha di daxuyaniyê tê destnişan kirin   ku di pêvajoya çareseriyê de tişta ketiye li ser mile gelê Kurd kiriye lê belê hukûmet gavan ne avêt û wiha tê gotin; “Hukûmet li  milekê li gel birêz Abdullah Ocalan hevdîtina dike li mile din ji daxazên ku tên kirin bi cih nayê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê firsedên giring pêşkêş kirine.”

 

Di mitingê de bang li hukûmetê hat kirin ku gavan bavêje. 

Mîting bi koma Kibeleyê dewam kir.

Desgeha ku qada Kolejê ji bo piştgiriya rojava hatî danîn rastî eleqweyek mezin hat.