Li Enqerê û Stenbolê polîs li dijî çalekvanan ketin nava tevgerê
Li Enqerê û Stenbolê polîs li dijî çalekvanan ketin nava tevgerê
Li Enqerê û Stenbolê polîs li dijî çalekvanan ketin nava tevgerê
Piştî ku polîsan li Hatayê ciwanekî din di dema xwepêşandanên roja Duşemê de kuştin, xwepêşandanan dest pêkir. Polîs ji bo astenkirina xwepêşandana li Stenbolê Parqa Gezî girtin û li Enqereyê jî ketin nav liv û tevgerê.
Li Hatayê piştî ku Ahmet Atakan bi bombeya gazê ya polîsan avêtî bi serê wî ketî û jiyana xwe ji dest day şonde Piştgiriya Taksîmê biryar dan ku îşev li Meydana Taksîmê kom bibin. Her wiha li Kizilaya Enqereyê jî li 9 cihên cuda bangewaziya kombûnê hat kirin.
Li Stenbolê polîsan di seatên şevê de bi armanca tedbîr girtinê li Taksîmê rêya hatin çûnê li Parqa Gezî girtin. Li cadeya Îstiklal jî ji bo belavkirina girseya li vir TOMA xistin di dewreyê de.
Li Enqereyê jî li dijî çalekiyan hemû hêzên Çevik yên polîsan komî Rêveberiya Ewlekariyê kirin. Li gorî zanyariyên hatine bi dest xistin ji cihên weke Şûbeya Ewlehiyê ji gelek cihan alîkarî hatiye xwastin.
Li gorî daxuyaniyên ji çapemeniyê re hatine kirin cihên kombûnê evin: Kizilay Guvenpark, Çar rêya Banqa Ziraatê ya Dikmen, meydana Tuzluçayira Mamak, Meydana Batikent, parka dîrenîşê ya Keçîoren Yunus Emre, Parqa Seyranboglari ya Azadiyê, Pêşiya Yuzuncuyil Migros, Etapa 3. Eryaman û pêşiya Pirtokxaneya Giştî ya Anitparqê.