Li Enqereyê meşa ‘ji Ocalan re azadî’
Li Enqereyê meşa ‘ji Ocalan re azadî’
Li Enqereyê meşa ‘ji Ocalan re azadî’
Meclisa Ciwanan ya BDP’a Enqereyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li darxistin.
Meclisa Ciwanên BDP’a Enqereyê ji bo balê bikişîne ser şert û merên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Bîrdariya Mafê Mirovan ya li nêzî Rêya Yuksel heya Rêya Sakarya meşek li darxistin. Di meşa ku pankartên “Rêbertiya azad, gelê azad”, “ji madeyên bêhişkirinê, fihûş û çanda dejenereyê re na” vekirin, her wiha li gel wêneyên 3 siyasetmedarên jin ên li Parîsê hatin qetilkirin, dowîzên “tenduristiya Rêber Apo tenduristiya me ye” hilgirtin. Di meşê de bê navber sloganên “cîhanekî bê Ocalan em dê di serê we de hilweşînin”, “ Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Bê serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî YPG” qîr kirin.
Piştî meşê di daxuyaniya ku li ser Rêya Sakarya hate kirin de, hate gotin ku kurdan li tu cihî li hember siyaseta înkar û îmhayê serê xwe netewandiye û got: “Li rexmî hemû hewildanên Ocalan hikumet pêngavên erênî ne avêtine û tecrîd kûrtir kirine. Em dizanin ku, azadiya rêbertiyê azadiya gel e. Pêwîste demildest tecrîda li ser rêbertiyê bê rakirin û bê azad kirin. Em dê tucarî ji şîara rêbertiya azad, gelê azad venegerin.” Weke din jî di daxuyaniyê de êrîşa li ser gorên gerîlayên HPG’ê jî hate şermeza kirin.
Hevserokê BDP’a Enqereyê Ehmed Aday jî axivî û destnîşan kir ku, “Ji bo Tirkiye weke Sûriyeyê lê neyê pêwîste pêngavan bi avêje. Ji bo Ocalan pêvajoyê birêve bibe pêwîste were azad kirin.”
Piştî daxuyaniyê girse bisloganan bilav bû.