Li Enqereyê şahiya ji bo Rojava û zimanê dayikê
Li Enqereyê şahiya ji bo Rojava û zimanê dayikê
Li Enqereyê şahiya ji bo Rojava û zimanê dayikê
Meclîsa Ciwanan a BDP’ê ya Enqereyê û Komeleya Hîndekariya Bilind a Demokratîk a Enqereyê (ADYOD) bi şîara "Zimanê azad, ciwanên rêxistinkirî û pêşeroja azad" li Salona Dawetê ya Emekê ji bo Rojava û zimanê dayikê şahiyek lidar xistin.
Meclîsa Ciwanên BDP'ê û ADYOD'ê ji bo rojava û zimanê dayikê li Salona Dawetê ya Emekê şahiyek pêk anîn. Di şahiyê de gelek ciwan û parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder jî amade bûn. Li salonê pankartên "Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu" , "Piştgiriyê bide Rojava" û "Li hemberî pişaftin û tîryakê têkoşîn" hat daliqandin. Bê navber dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana YPG û YPJ’ê" hat berzkirin. Şahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder axivî û hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kiribû ji ciwanan re bibîr xist. Onder diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha gotiye: “An ji ciwan re qad vebikin an jî qadê radestî ciwanan bikin.” Piştî Onder, li ser navê Meclîsa Ciwanan a BDP’a Enqereyê Dîlan Ozgan axivî û wiha got: “Ciwan her tim li hemberî desthilatdariya navendî nerazîbûnên xwe anîne ziman û têkoşiyan e.”