Li Erdexan û Bedlisê komkujiya li Geverê hat şermezarkirin

Li Erdexan û Bedlisê komkujiya li Geverê hat şermezarkirin

Endamen Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Erdexanê (AO-DER) li Erdexanê û Platforma Şaxan a KESK'ê li Bedlisê jî li Bedlisê qetilkirina welatiyên li Geverê ji aliyê polîsan ve, şermezar kirin. 

Li Erdexanê endamên Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Erdexanê qetilkirina Aydin Erdem ê di 6'ê Kanûna 2006'an û 2 welatiyên di 6'ê Kanûna 2013'an de li Navçeya Geverê, bi meşekê şerezar kirin. Xwendekarên ku li ber komeleyê kom bûn bi dirûşme û pankartan meş pêk anîn û qetilkirina welatiyên sivîl şermezar kirin. Koma çalakî pêk anîn piştî daxuyaniyê belav bû. 

Li Navçeya Tetvanê ya Bedlisê jî bi heman armancê di pêşengiya nûnerên KESK'ê de meş pêk hat. Di meşê de nûnerên KESK'ê bi pankart û dowîzan heta AVM'ê meşiyan û li vir daxuyanî dan çapemeniyê.