Li Erdîşê dest bi birîna bihezaran daran hate kirin
Li Erdîşê dest bi birîna bihezaran daran hate kirin
Li Erdîşê dest bi birîna bihezaran daran hate kirin
Li gundê Zortulê yê Erdîşa Wanê, leşkeran dest bi qetilîam û birîna daran kir. Leşker û hêzên çevîk bi maşîneyên kar çûn herêma daristanê ku bi hezaran darên sipîndarê lê hene dest bi birîna wan kirin. Welatiyên ku li dijî mutahîd, polîs û leşkeran têdikoşin jî bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku, ev berdewama komkujiya Geliyê Zîlanê ye.
Li gorî nûçeya DÎHA’yê li gundê Zortulê ya Navçeya Wanê bi mehan in welatî ji bo parastina daristan û hezaran darên sipîndarê têkoşînek mezin didin. Lê îri demjimêrên piştî nîvro de, polîsên hêzên çevîk, leşker û tîmên taybet li gel TOMA û maşîneyên zirxî bi maşîneyên kar daketin qada daristanê û dest bi kar kirin. Maşineyên kar di riyek din re derbasî qadê bûn û firmaya mutehîdan li gel berxwedana welatiyan li qada daristanê dest bi xebata birîna daran kir. Leşker û polîsan di navbera fîrmaya mutehîdan û welatiyan de bendek ava kir û destûr neda ku welatî mudaxele bikin. Ji ber ku li qada xebata fîrmayê polîs û leşkeran bend ava kir û her der dorpêç kir welatî bêçare man û bertekên xwe anîn ziman.
Welatiyan bertekên xwe anîn ziman û gotin: "Ev berdewama komkujiya Geliyê Zîlanê ye. Welatiya bi navê Medine Karaman diyar kir ku, leşkeran li Geliyê Zîlanê jî welatî bi vî rengî qetilkirin û ji wê rojê heta niha feraseta li dijî kurdan nehatiye guhertin. Karaman diyarkir ku ew tu ferqê di navbera qetilkirina kurdan û xwezaya erdnîgariya kurdan de nabîne û feraset û armanc yek e.
HEM LI SER XAKA KURDAN BOMBEYAN DIBARÎNIN HEM JÎ DARISTANAN QETIL DIKIN
Karaman da zanîn ku, di bin dorpêça bi sedan polîs û leşkeran de xwezaya wan tê qetilkirin û kurdan ji bo xwe wekî dijmin dibînin û wiha got: "Li ser ax, xweza, daristan û çiyayê kurdan bombeyan dibarînin. Niha jî tên daristan û xwezaya me wêran dikin û talan dikin. Ev çawa mirovahî ye. Ev hovîtî ye. Ez ji qeymeqam û serokwezîr dipirsim û dibêjim ger ku hûn dê bên xwezaya me û warê me wêran bikin wê demê me ji hemwelatiya xwe derxin. Werin nasnameya me ji me bigirin.
Welatiyê bi navê Murat Încî jî bilev kir ku, bi salan in baca vê zeviyê dide û niha qada jiyanê ya 200 malbatan rastî êrîş û dagirkeriyê tê. Încî anî ziman ku, niha li vir cînayet pêk tê û bi hezaran dar tên talankirin û wiha got: "Ev berdewama komkujiya Geliyê Zîlanê ye. 2 salin em tekoşîna lêgerîna maf didin. Lê li şûna em dewletê li cem xwe bibînin, me dewlet li hemberî xwe dît. Ji bo ku me mafê xwe parast, xweza û warê me hat dagirkirin. Mixabin heta niha tu saziyên sivîl ên civakî jî dengê me nebihîstin. Ev çawa feraset û nêzîkatiya xwezayê ye. "
Încî da zanîn ku, ger darek ji bo jiyana mirov ew qas bi qîmet be çima li hemberî vê talankirinê bêdeng in û wiha got: "Weqfa bi navê TEMA her tim di televîzyonan de reklama çandina daran dide. Dixwaze ji bo çandina daran piştgiriyê bide. Lê em meraq dikin çima li hemerî birîna van daran dengê xwe nake. Çima li ser axa kurdan ev dar û ber bê qîmet in. An bi bombeyan talan dikin. An jî dibirin û talan dikin"
Li aliyê din maşîneyên kar ên fîrmayên mutahîdan heta vê demjimêrê jî di bin parastina polîs, leşker û TOMA'yan de xebatên xwe yên birîna daran berdewam dikin.