Li Erdîşê starta hilbijartinên kotaya jinê hat dayîn

Li Erdîşê starta hilbijartinên kotaya jinê hat dayîn

BDP’ê li Erdîş stata hilbijartinên kotaya jinê da.

Rêxistina BDP’a Erdîşê di derbarê hilbijartinên herêmî yên di 30’ê Adarê sala 2014’an de pêk tên de li avahiya partiyê civîna gel li darxist.

Di civînê de li gel Rêveberên BDP’ê Şaxê  KURDÎ-DER’a  Erdîş’ê, Egitim Sen û gelek sazî û rêxistinên civakî û gelek kes amade bûn. Piştî ku ji bo kesên di Têkoşîna Rizgariya Gelê Kurd jiyana xwe ji destdane de deqeyekê rêz hat girtin, Serokê navçeya Erdîşê Abidin Încî mafê axivtinê girt û li ser giringiya hilbijartinê daxuyanî da.

Încî da diyar kirin ku biryara Navenda Giştiya BDP’ê ya di derbarê kotaya jinê de girînge û got:"namzetê me kî dibe bila bile emê xabatên xwe heman bidîn meşandin. Partiya me ne partiyekî ji bo kes û berjewendiyên kesî kar nake. Gelê Erdîşê wê vî barê ku Navenda Girtî ya kotaya jinê dayî Erdîşê wê hilgire. Gelê Erdîşê wê bi wateyekî rast pêşwazî li şaredariya gel a bi destê jinê bike.”

Da xwaz kir ku tu kes ji bo berjewendiyên kesî û malbatî serî li namzetiya şaredariyêb BDP’ê nedin.