Li Erebîstana Siûdî xwepêşandana protestoyî: 2 mirî

Li Erebîstana Siûdî xwepêşandana protestoyî: 2 mirî

Li Erebîstana Siûdî di encama gulebarandina li ser qelebalixa ku ji bo protesto kirina girtina oldarekî Şii de herî kêm 2 xwepêşandan mirin.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, Ekber el Şakurî û Muhammed el Fîlfîl ku tevlî xwepêşandana li bajarê Katîf yê dikeve Herêma Rojhilatê welat bûne, di encama gulebarandina polîsên Siûdî de hatin kuştin.

Rayedaran ragihandibû ku, oldarê bi navê Şêx Nimr El Nimr di dema şopandina polîsan de di wesayîta xwe de birîndar bûye. Wezarê Navxweyî Şêx Nimr bi “gurkirina serhildanê” sûcdar dike û diyar dike ku, piştî birîna lingê wî hat derman kirin ew dê lêpirsîn bikin.