Li Êrîwanê pîrozbahiya 15'ê Tebaxê

Li Êrîwanê pîrozbahiya 15'ê Tebaxê

29. salvegera pêngava 15'ê Tebaxê, li paytexta Ermenîstan Êrîwanê bi civînekê hat pîrozkirin.

Li gel Serokê Şêwra gelê Kurd Kinaysê Hemd, Serokê Kurdistan Kummêtê Jinîka Qadir, Seroka Saziya nivîskarên Kurd li Ermenîstanê helbestvan û nivîskar Aşlxanê Memê û hunermendê Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo, hejmareke zêde Kurdistanî, bi armanca pîrozkirina pêngava 15'ê Tebaxê li hev kom bûn.

Piştî rêzgirtinê, endamê Komîteya Kurdistanê Dawûd Karasû li ser girîngiya rojê axivî û got, "Cejna 15'ê Tebaxê, pîrozbahiyeke netewî ye. Cejna afirandina kesayeteke nû, nêrîneke nû ye. Cejna azadiya jinê, azadiya gelên Rojhilata Navîn e. Cejna vejînê ye, destpêka avakirian Xweseriya Demokratîk a gelan û jiyana azad e."

Di civînê de bi berfirehî li ser pêvajoyê hat axivîn û deskevtiyên Kurdan hatin nirxandin.