Li Erxeniyê 3 xwendekar hatin binçavkirin

Li Erxeniyê 3 xwendekar hatin binçavkirin

Li Erxeniyê beriya pîrozbahiya Newrozê 3 xwendekarên dibistana amadeyî hatin binçavkirin.

Li navçeya Erxenî ya Amedê beriya pîrozbahiya Newrozê 3 xwendekarên dibistana amadeyî ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

3 xwendekarên jin ên dibistana amadeyî ku xwestin têkevin qada Newrozê û di lêgerînê re derbas bûn, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Xwendekarên jin ên ku navê wan nehatin zanîn, bi îdîaya posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser wan hat girtin, hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Erxeniyê."