Li Erxeniyê malbata AKP’yî derbazî BDP’ê bûn
Li Erxeniyê malbata AKP’yî derbazî BDP’ê bûn
Li Erxeniyê malbata AKP’yî derbazî BDP’ê bûn
Li Erxeniyê 25 endamên malbata Karahan yên ku endamê AKP’ê bûn bi merasîmekî derbazî BDP’ê bûn.
Li navçeya Amed Erxenî 25 endamên malbata Karahan yên endamê AKP’ê bûn bi merasîmekî derbazî BDP’ê bûn. Ji bû merasîmê ku endamên malbata Karahan hatin pêşiya Komeleya Welatparêz Azad û wekhev ya Adnan Menderes li gel Hevserokê BDP’a bajarê Navçeya Amedê Zûbeyde Zûmrût, Serokê BDP’a Navçeya Erxenî Cavidan Yaman, Serokê şaredariya Erxenî Fesih Yalçin, rêveberên BDP’a Navçeya Erxenî, DTK, li gel endamên DIYAR-DER’ê hejmarekî zêde a welatiyan ji vir ber bi avahiya BDP’ê ve meşiyan. Di meşê de li ser hev dirûşmeyên “PKK’e gele gel li vire”, “Bijî Serok Apo” hatin qêr kirin. Her wiha welatiyên ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin di navbera wan û polîsan de nîqaş derketin. Bi ketina partiyan a navberê pevçûn sekinîn.
Di dawiya meşê de li pêş avahiya BDP’ê Hevserokê BDP’a Navçeyê Zûbeyde Zûmrût ku axivî diyar kir ku pêwiste gel bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bike û pêwiste ku di dema hilbijartinên herêmî de gel xwedî li dengên xwe derbikevin. Zûmrût ku bal kişand ser gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku dibêje ‘ji bo zadiyê pêwiste gel bibe yek deng’û wiha dewam kir: “Em bi hevre xweseriya demokratîk ava bikîn.” Li ser navê malbata Karahan jî Ramazan Karahan axivî wiha got: “Heya niha em dibin çatiya AKP’ê de xebitîn. Lê me sûdekî wê ne dît. Ji ber wê yekê weke malbat bi daxwaza xwe me biryar girt ku em dinava BDP’ê de cih bigirîn. Emê bi rûh û can ji bo partiya xwe xebat bikîn.”
Piştî axaftinan rozetên BDP’ê bi endamên malbata Karahan ve hatin kirin. Merasîm bi girtina govendê bi dawî bû.