Li Erxeniyê nêzî 20 kes hatin binçavkirin

Li Erxeniyê nêzî 20 kes hatin binçavkirin

Piştî hat îdîakirin ku ji depoyeke leşkerî ya li navçeya Erxeniya Amedê ji bo çeteyên DAIŞ’ê cebilxane têne şandin, gel ber bi depoyê ve dest bi meşê kir. Polîsan êrîşê meşê kirin û tevî Hevşaredara Erxeniyê Aygun Taşkin derdora 20 kes hatin binçavkirin.

Hate zanîn ku tevî Hevşaredara Erxeniyê Aygun Taşkin, gelek rêveberên DBP’ê jî ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin.

Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyeta Erxeniyê.