Li Erzeromê dibin -10 pileyan de, ji bo girtiyên nexweş çalakî
Li Erzeromê dibin -10 pileyan de, ji bo girtiyên nexweş çalakî
Li Erzeromê dibin -10 pileyan de, ji bo girtiyên nexweş çalakî
Li Erzeromê Şaxê ÎHD’ê a Erzeromê li ber girtîgehê ji bo 163’ê girtiyên nexweş dibin -10 pile de 163 deqîqe çalakî li darxistin.
Endamên Şaxê ÎHD’ê a Erzeromê ji bo balê bikîşînin li ser rewşa girtiyên nexweş, li ber Girtigeh Tipa H a Erzeromê ji bo 163’ê girtiyên nexweş 163 deqîqe çalakî li derxistin. Xismên girtiyan, Rêveberên BDP û HDP’ê piştgirî dan çalakiyê û li ber girtîgeha li taxa Şukre Paşa yê dibin -10 pile serma de dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Girseyê berdek nîşanî polîsên ku didema çalakiyê dîmen dikêşandin. Di çalakiyê de Serokê Şaxê ÎHD’ê Medenî Aygul axivî, destnîşan kir ku, 14 girtiyên ku li benda rapora Tiba Edliyê man jiyana xwe ji dest dan û got Tiba Edliyê ji 10 kesan tenê rapor daye kesekê.
Aygul di derbarê 460 girtiyên ku serlêdan li Wezirê Edaletê û Dozgerê înfasê dayîn ku jê 417 hetîn red kirin agahî da û got: “ Li gorî daneyên komeleya me di 3’ê mijdara sala 2013’an ve 163’ê jê girtan 544 girtiyên xweşen hene. Di girtîgahan de di aliyê rewşa girtiyan de û ruh û beden de tên tedît kirin. Li gorî daneyên ji Girtîgeha Tipa H a Erzeronê hatîne ber destê komeleya me, 18 girtiyên ji ber nexweşiyên cûda tên dîtin. Ji vane divê Mehmet Darga, Fikret Guzelaydın, Filit Tiltay, Mustafa Omer Polatlî û Îsmaîl Karataş yên rewşa wan giranin zû bên berdan.”
Aygulê ku rewşa girtiyên nexweş yên ku dinava çar diwarê girtîgehê de tên tecrît kirin û tu kes dengê wan nabihîse anî ziman û got: “Her yek ji burokrasî, Tipa Edlî, yên ku ji derveyî pêkhatinên etîkê ne, her yekê îşkenceyeke. Li bendêne ku girtiyên nexweşên ku li ser cihê wan ji mirinê re hiştîn bimirin. Em li vêderê bang li hikûmta AKP’ê û Wezîrê Edaletê dikîn, dawî li îskençeya li ser girtiyên nexweş bînin. Bila ji girtigehan mirin dernekevin.”
Çalakî piştî 163 deqîqe çalakiya rûnişkandinê bi dawî bû.