Li Erziromê 4 kes hatin binçavkirin
Li Erziromê 4 kes hatin binçavkirin
Li Erziromê 4 kes hatin binçavkirin
Di mitînga Newrozê ya Erziromê de dema mitîng ber bi dawîbûnê ve diçû komekî ulkucyan êrîşî girseyê kir û piştî polîs ketin navberê di nav de Serokê Komîteya Amadekar Talîb Yildirim jî heyî 4 kes hatin binçavkirin.
Bi hezaran kesên ku li Qada Mal ali Taxa Kazim Yurdalan ya Erziromê di mitînga “Ji Ocalan re azadî ji Kurdan re statû” gihan hev, pankartên “Newroz pîroz be” û “Ji Ocalan re Azadî ji Kurdan re statû” hatin vekirin. Di mitînga ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silogan hatin avêtin de Serokê Komîteya Amadekar ya Newrozê Talip Yildirim axivî.
Hevseroka Rêxistina BDP'ê Perîhan Ozel, bi kurdî û tirkî axivî û Newroz gel pîroz kir. Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê bajar Riza Guler, jî axaftinek kin kir û Newroza hemû kesî pîroz kir. Parlementerê BDP'ê Altan Tan jî axaftina xwe bi pîrozkirina Newrozê dest pê kir. Tan, diyar kir ku Cejna Newrozê mizgîniya miharê ye û wiha got: "Ez dizanin ku hûn hembûn hevdîtina me ya bi Birêz Ocalan re pêk anîn merak dikin. Ez dikarin bêjin di van hevdîtinan de aştî û azadî dê pêk bê û ev yekê nêz e."
Dema ku mitîng ber bi dawiyê ve diçû komek ya ulkucuyan meşiyan û êrîşî girseyê kirin. piştî ku girseyê jî bersiv da êrîşa ulkcuyan polîs ketin navberê. Serokê Komîteya Amedekar Talîb Yildirim mitîng di nîviyê de birî û li gel girseyê ketin meşê. Girse ber bi Taxa Mahale Başiyê ve meşiyan. Di dema meşê de mînîbusek ya li ser xeta sor ya trafîkê rawestiyayî, wesayît ajote ser girseyê girseyê jî da ber keviran. Piştî wê polîsan bi ava şit û bombeyên gazê êrîşî girseyê kir. Di encama êrîşê de Serokê Komîteya Amadekar ya Newrozê Talîb Yildirim, Osman Kiliç, Selva Ozbey û Albay Mutlu hatin binçavkirin.
Girse li ber avahiya BDP’a Erziromê di raweste.