Li Erziromê careke din ulkucuyan êrîş kir: 8 birîndar

Li Erziromê careke din ulkucuyan êrîş kir: 8 birîndar

Li Erziromê careke din ulkucuyan êrîşî girseya ku ji mitînga Newrozê dihatin kir. Koma ulkucuyan bi keviran êrîş kir û di êrîşê de 8 welatî di êrîşê de birîndar bûn.

Rêxistina BDP'ê ya Erziromê bi şîara "Ji Ocalan re azadî, ji kurdan re statû" mîtînga pîrozbahiyê pêk anî. Piştî pîrozbahiya mîtînga Newrozê komek ulkucuyan êrîşî girsê kir û bûyer derket. Girseya ku piştî êrîşa ulkucuyan ji qada Newrozê vedigeriya avahiya BDP'ê ya Erziromê dîsa rastî êrîşa ulkucuyan hat.

Girseya ku li ber avahiya BDP'ê ya li taxa Mahallebaşi rastî êrîşa ulkucuyan hat ji aliyê polîsan ve nehatin parastin. Ligel ku polîs li cihê bûyerê bû jî dîsa polîsan ulkucu asteng nekir û li hemberî êrîşa ulkucuyan bêdeng man. Ulkucuyên bi keviran êrîşî enda û rêveberên BDP'ê kirin 8 welatî bi kevirên ulkucuyan birîndar bûn. Kesên birîndar bûn rakirin nexeşxaneyê. Polîsan li ber avahiya BDP'ê barîkat danî, lê mudaxaleyî ulkucuyên êrîşkar nekirin.