Li Erziromê erdhej

Li Erziromê erdhej

Li gundê Yerkoy ê ser bi navçeya Tekmana Erziromê ve erdhejekî tundiya wê 4.4 rû da.

Li gorî agahiyên Enstutuya Lêkolîna Erdhejan ya Rasatxaneya Kandîllî ya Zanîngeha Bogazîçî, li gundê Yerkoy yê ser bi navçeya Tekmana Erziromê ve erdhejekî tundiya wê 4.4 pileyî rû da. Ji ber sedema erdheja ku 5 kîlometre di bin erdê de pêkhat, hate hînbûn ku hinek malan zirar dîtiye. Her wiha hate ragihandin ku birîndar jî hene.

Li aliyê din jî piştî 6 deqîqeyan erdheja li gundê Yerkoyê li gundê Çatak yê girêdayî Tekmanê erdhejekî pileya wê 2.6 rû da.