Li Ewropayê ji bo Kobanê çalakî û civîn
Li Ewropayê ji bo Kobanê çalakî û civîn
Li Ewropayê ji bo Kobanê çalakî û civîn
Piştî êrîşên DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê Kurdên Ewropayê çalakiyên protestokirinê didomîne.
Li barê Strasbourgê bi armanca şermezarkirina êrîşên DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê mîtîngek hat lidarxistin.
Kurên li ber navenda Civaka Kurd ya Demokratîk a Strasbourgê hatin cem hev, bi endamên Keskên Frasî û endamê Partiya Ekolojîst, DÎDF û saziyên dostên Kurdna re bi armanca êrîşên çeteyên DAIŞ’ê şermezar bikin û banga li dewletê Ewropayê bikin ku di têkoşînê rola aktîf bilîzin li Place Kleber mîtîngek pêk anîn.
Di mîtîngê de bêdengiya Fransa û rayagiştî ya navneteweyî hat protesto kirin û bê navber dirûşmeya ‘bijî berxwedana YPG’ê hat berzkirin. Di mîtîngê de di axaftinên hatin kirin de bi dirûşmeyan hate protestokirin.
LI TOULOUSE CIVÎNA GEL
Li Toulose li navenda Civaka Kurd ya Demokratîk civîna gel pêk hat û geşedanên siyasî hatin nîqaşkirin.
Civîn li salona Saint Cyrienne pêk hat û hevserokê KCD-E Murat Ceylan axaftinek kir. Ceylan da zanîn ku Kobanê hêza pêşeng a Şoreşa Rojava ye û got Kurd ji bo ku li dora Kobnê rayagitşî ava bike divê bixebite.
LI ROTTERDAM’Ê CIVÎN
Li bajarê Rotterdam ê Hollandayê jî li navenda Civaka Demokratîk ya Kurd bi armaca berxwedana Kobanê û rewşa dawî ya Rojhilata Navîn nîqaş bikin civîna gel pêk anîn.
Nêzî 60 kesî tevli civînê bûn û hat gotin ku dixwazin li Kobanê jî Şengaleke duyem pêk bînin û got Kurd niha têkoşîna hebûn û tunebûnê didin. Di civînê banga tevlibûna çalakiya li Brukselê hat kirin.
LI MUNCHENÊ ÇALAKÎ
Li Munchenê jî bi dirûşmeya ‘Ji Kobanê heta Şengalê xwedî li berxwedana bi rumet derkeve’ çalakiyeke ku 300 kes tevli bû pêk hat.
Kurdê li Qada Stachus hatin cem hev êrîşên çeteyan ya li dijî Kobanê şermezar kirin. Di axaftinan de çeteyên DAIŞ’ê hatin şermezarkirin. Li ser navê DKP û DIDF’ê axaftin hatin kirin û di axaftinan de piştgiriya dewleta Tirk ya bo DAIŞ’ê hate şermezarkirin û banga hestiyariyê hat kirin.
DIDF a Munchenê, DKP, ODP û SDAJ’ê piştgirî da çalakiyê.
LI LUDWÎGSHAFEN PANEL
Li navenda Civaka Kurd ya Ludwîgshafen, ji bo nasandina Yekitiya Hêza Demokratîk û geşedanên Rojhilata navîn panelek pêk hat. Nûnerê Nav-Demê parêzer Mahmut Şakar, nûnerê DIDF’ê Enver Enlî, nûnerê ADHF’ê Riza Ozcan, nûnerê AABF’ê Alî Arlier wek panelîst tevli bûn.