Li Ewropayê ji bo Rojava çalakî

Li Ewropayê ji bo Rojava çalakî

Êrîşên çeteyên olî yên radîkal ên li dijî gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê, li Fransa, Swîsre û Qibrisê hatin şermezarkirin.

Li paytexta Fransa Parîsê, Akademiya Çand û Hunerê ya Kurdistanê, Platforma Piştgiriya Taksîm-Parîs û Kolektîfa Taksîmê, bi armanca şermezarkirina êrîşên li Rojava û girtina çalakgerên berxwedana Parka Geziyê, li Qada Republique çalakiyek lidar xistin.

Di çalakiya bi beşdariya 350 kesî de tim û tim dirûşmên "Bijî berxwedana YPG'ê", "Gelê Rojava ne bi tenê ye", "Her der Taksîm her der Rojava" hatin qêrîn û komkujî hat şermezarkirin. Çalakgeran bang li raya giştî ya Fransayê jî kirin ku li hemberî komkujiyê bêdeng nemîne.

Di çalakiyê de nûnerên Paltforma Piştgiriyê ya Parîsê bi rengê xwe cih girt, Kurdistaniyan jî alên KCK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Di metna li çalakiyê hat xwendin de hat ragihandin ku komkujiya li Rojava rû dide, parçeyek ji lîstikên emperyalîzmê yên li herêmê ye. Wekî din, roja Çarşemê li banliyoyên cûda yên Parîsê bi armanca piştgirîdayîna Rojava xwepêşandan hatin lidarxistin. Yek ji van çalakiyan jî li Drancy bû. Nêzî hezar Kurdistaniyên li Drancy, komkujiya li Rojava bi çalakiyekê şermezar kirin.

Kurdistaniyên li Parîs û derdora wê dijîn jî, xwe amade dikin roja Yekşemê li Qada Republique, bi armanca piştgiriay bi Rojava re, meşeke mezin lidar bixe. Ji bo meşa roja Yekşemê saet di 14.00'an de Federasyona Komeleyên Kurd li Fransayê FEYKA bagn kir. Di banga FEYKA'yê de hem ji Kurdan hem jî ji raya giştî ya Fransayê hat xwestin ku li hemberî komkujiya li Rojava bêdeng nemînin.

LI ZURICHÊ ÇALAKIYA PROTESTO

Li bajarê Swîsre Zurichê jî, komek ji jinên Kurd ji bo êrîşên li Rojava şermezar bikin, çalakiyek lidar xistin. Di çalakiya ji aliyê Meclîsa Jinan a Bêrîtan ve hat organîzekirin de, li ser navê dayikên aştiyê Halîse Tuzer axivî. Tuzer bal kişand ser komkujiya li Rojava û destnîşan kir ku divê hemû mirovahî ji vê komkujiyê re bêje êdî bes e.

Di çalakiyê de li ser mijarê gelek belavok hatin belavkirin û dirûşmên "Bijî Biratiya Gelan" û "Bijî berxwedana Rojava" hatin qêrîn.

Di çalakiyê de her weha ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze hatin berhevkirin.

LI QIBRISÊ CIWAN LI ÇALAKIYÊ BÛN

Li Qibrisê jî bi sedan ciwanên Kurd bi çalakiyekê, komkujiya li Rojava şermezar kirin. Ciwan li dû pankarta bi nivîsa "Em komkujiya li Rojava şermerzar dikin" meşiyan û piştre daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku komên çete yên olî yên radîkal li dijî Kurdan komkujiyê dikin û bal hat kişandin ser piştgiriya hêzên derve ji bo van çeteyan. Çalakgeran bang li Tirkiye, Misir, DYE, Qatar û Erebîstana Siûdî kirin ku dest ji piştgirîdayîna çeteyan berdin û ji rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî xwestin ku deriyên sînor ên bi Rojava re veke.