Li Ewropayê ji bo Rojavayê Kurdistanê banga alîkariyê
Li Ewropayê ji bo Rojavayê Kurdistanê banga alîkariyê
Li Ewropayê ji bo Rojavayê Kurdistanê banga alîkariyê
Komîteya Piştgirîya Rojavayê Kurdistanê ya li Ewropayê ku li ser banga KNK’ê hatibû sazkirin, xebatên xwe didomîne. Komîteyê, kampanya ku Heyva Sora Kurdistanê daye destpêkirin weke karekî girîng destnîşan kir û daxwaz kir ku alîkarî ji îro pê ve ji bo Rojava bi awayekî navendî di bin sîwana Heyva Sora Kurdistanê de were komkirin û bi yekdestî here welêt, herweha ev alîkarî bi rêya Destaya Bilinda Kurdî were belavkirin. Komîteyê ji Desteya Bilind a Kurd jî xwest ku li Ewropayê ji bo wergirtina alîkariyê nunertiyek destnîşan bike.
Li ser banga KNK ê, ku di Konferansa Parîsê de Komîteya Piştgiriya Rojavayê Kurdistanê hatibû hilbijartin. Komîteya Pistgiriya Rojava, roja 02.03.2013 de, bi beşdarbûna endam û nunerên sazîyan civîna xwe li navenda KNK ê pêk anî. Civîn bi tevayî li ser kar û xebatên piştgirtinê û li ser pirsgirêkên herêmê, rewşa herêma Rojavayê Kurdistanê û Suriyê rawestiya. Di encama civînê de plansazîyek xebatê hate çêkirin û kar li endaman hate belavkirin.
Xebata alîkarîyê ya ji aliyê kesayetî, komele û saziyan pêk hatibû hate nirxandin. Komîteyê girîngiya xebata tevahî ya hemû çalakvan û komelayan pîroz kir. Kampanya ku Heyva Sora Kurdistanê daye destpêkirin weke karekî girîng destnîşan kir û daxwaz kir ku alîkarî ji îro pê ve ji bo Rojava bi awayekî navendî di bin sîwana Heyva Sora Kurdistanê de were komkirin û bi yekdestî here welêt, herweha ev alîkarî bi rêya Destaya Bilinda Kurdî were belavkirin.
Komîteya Piştgiriya Rojava, Destaya Bilinda Kurdî weke nûnerê Rojavayê Kurdistanê dibîne û bang li hemû partî û saziyên Kurdistanî dikin ji bo pêşdebirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê Desteya Bilind destek bikin.
Beşdarên civînê, gelek girîngî dane hevkariya kêmenetew û olên cuda, mîna Ermenî, Asûrî, Suryanî û Êzîdî, di nava Rojavayê Kurdistanê de.
Beşdarên Civînê, daxwaz ji gel, partî û saziyên Bakur diki, ku zext li ser Dewleta Tirk bikin, ji bo vekirina deriyên sînorên Kurtdistanê, bi teybet li herêma çiyayê Kurmênc (Afrîn) û Kobanê ji ber aloziyên wanî maddî vebin.
Beşdaran pêwîstî dîtin ku bang li Destaya Bilinda Kurdî bikin, da ku di zûtirîn demê de li Ewropa nûnertiya xwe diyar bike û dest bi xebateke bi berhem bike. Komîteyê bang li dewlet û saziyên navneteweyî dike ku herêma Rojavayê Kurdistan ji alîkariyên wanî maddî yên ku ji Suriye re diçe, bêpar nemîne.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Dijminên gelê Kurd, gelek hêz û dewlet dixwazin û planan pêktînin ku Rojavayê Kurdistan ji miletê wê vala bibe. Ev xeterek e mezin e bo herêmê. Em bang dikin ku gel welatê xwe terk neke. Yên ku heta îro jî, ji ber hin sedeman çûne li derfetan bigerin û vegerin ciyê xwe.”