Li Ewropayê protestoyên 9'ê Cotmehê destpê kirin
Li Ewropayê protestoyên 9'ê Cotmehê destpê kirin
Li Ewropayê protestoyên 9'ê Cotmehê destpê kirin
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, salvegera 9'ê Cotmehê bi xwepêşandanên protestoyî pêşwazî dikin. Li bajarê Elmanya Munsterê, komploya 9'ê Cotmehê bi meşekê hat şermezarkirin. Di meşê de peyama xwedîderketina li Şoreşa Rojava hat dayîn.
Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Munsterê dijîn, bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwedîderketina li Şoreşa Rojava, hatin cem hev.
Meşa ku ji aliyê Meclîsa Gel a Munsterê ve hat organîzekirin roja Yekşemê li ber Stasyona Trenê ya Navendî ya Bajêr saet di 15:30 de destpê kir.
Li pêş meşê pankartek bi nivîsa Elmanî ya di salvegera 15. de komploya navnetewî şermezar dike, hat vekirin.
Di meşa bi beşdariya zêde ya jinan de dirûşmên "Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Rojava" hatin qîrîn. Şêniyên bajêr jî pêwendiyeke mezin nîşanî meşvanan dan.
Di dema meşê de, bi naveroka komployê bi sedan belavok hatin belavkirin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze hatin berhevkirin.
Li dû meşê li qada Pranzîpalplatzê Serokê Meclîsa Gel a Herêma Bîelefeldê Tahîr Koçer axaftineke kurt kir û got, "Azadkirina Rêberê me, ku di encama komployeke hêzên navneteweyî ve dîl hat girtin û 15 sal in di bin tecrîdê de ye, deynê me. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd bi berxwedana dîrokî û ruhê têkoşînê komplo pûç kirine. Dem dema xwedîderketina li berxwedana mezin a li Rojava û avakirina Kurdistana azad e."
Meş bi dirûşme û çepikan bi dawî bû.
9'ê Cotmehê roja Çarşemê saet di 17:00'an de wê li Bîelefeldê meşek bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê bê lidarxistin.