Li extiyar, jin û zarokan îşkenceya sînor
Li extiyar, jin û zarokan îşkenceya sînor
Li extiyar, jin û zarokan îşkenceya sînor
Extiyar, jin û zarokên di encama êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li Kobanê de xwestin derbasî Pirsûsê bibin, 9 roj in di nav germahiya dijwar û bahoza xîzê de li ser sînor disekinin.
Bi hezaran kesên ji ber êrîşên DAIŞ'ê hatin Pirsûsê vegeriyan kobanê. Lê belê komek extiyar-jin û zarok jî dinav de ev 9 roj in li ser sînor tê sekinandin.
Leyla Casim a ji Kobanê ku dibêje bi bebeka xwe ya 6 ehî re li pêşberî gundê Yûmûrtalik ê Pirsûsê disekine û anî ziman ku destûr ji xizmên wan ên li ser xetê jî nayê dayîn ku nan û avê bidin wan. Casim a ji gundê Xizrê got, "Ji bilî xwar û ava me bi xwe re anîn, tiştekî din tinebû. Bebekê min ê 6 mehî heye, tevî germa dijwar, bahoza ji toz û xîzê jî li ser me radibe. Me nekarî çavên xwe jî vekin. Lê belê ciwanên me vegeriyan navenda Kobanê."
Ji gundê Degîrmanê Hecî Xelîl ê bi 12 zarokên xwe re li ber têlên sînor ev 9 roj in ji bo bijîn li ber xwe dide dibêje, "Dewleta Tirk ev 9 roj in li vir îşkenceyê li me dike. Bi 12 zarokên xwe re şev û roj em li vê çolê ne, cîhan çima naxwaze vê zilmê bibîne?"
Araz Mem ê ji gundê Leçax ê 30 km dûrî navenda Kobanê hat diyar dike ku DAIŞ'ê dest daniye ser malên wan û dibêje, "DAIŞ'ê piştî ku êrîşî gundê me kir, hemû heywan û malên me xesp kir û niha ji bilî kincên li ser me, tiştekî me nemaye. Niha li ser vî sînorî ev 9 roj in drama mirovahiyê tê jiyîn."