Li Farqînê di navbera cerdevanan de pevçûn: Cerdevanek hate kuştin
Li Farqînê di navbera cerdevanan de pevçûn: Cerdevanek hate kuştin
Li Farqînê di navbera cerdevanan de pevçûn: Cerdevanek hate kuştin
Li nêzî bajaroka Sêdeqnê ya girêdayî navçeya Farqînê, di navbera cerdevanên ku “ewlekariya” Bendava Farqînê dikirin de pevçûn derket û cerdevanek hate kuştin.
Li gorî agahiyên ku hatine bidest xistin, li nêzî bajaroka Sêdeqnê ya girêdayî navçeya Farqîna Amedê de, di navbera cerdevanên ku “ewlekariya” Bendava Farqînê dikirin û hate îdiakirin mûçeyê kêmendaman distînin de pevçûnê rû da. Li gorî îdiayê; di navera cerdevanên Bendava Farqînê û tê diyarkirin mûçeyê kêmendamtiyê werdigire Hamdusena Korkûtan û Ehmed Sansarkan de nîqaş derket. Dema ku cerdevanên din jî ketin navberê, kesên nîqaş dikirin rawestiyan, hemû cerdevanên din ji herêma bendavê bûn li wesayîtên xwe siwarbûn û hatin bajaroka Sêdeqnê. Li gorî îdiayê cerdevanê binavê Hamdusena Korkûtan bi keleşnîkofa di destê xwe de wesayîta diçû gulebaran kiriye. Hate diyarkirin ku, di encama gulebaranê de cerdevanê binavê Mehmet Şirîn Çuruk (38) salî biguleyên li zikê wî û tenişta wî ketine giran birîndarbûye.
Hate hînbûn ku, cerdevanê birîndar Çuruk rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê lê li rexmî hemû mudaxeleyan rizgar nebûye. Piştî hûrkolîna dozgeriyê ji bo otopsiyê cenaze şande Amedê.