Li Farqînê gora komî hate vekirin
Li Farqînê gora komî hate vekirin
Li Farqînê gora komî hate vekirin
Li mezraya Şawo ya gundê Dolapdere ya Farqînê gora tê texmînkirin aydê gêrîlayê PKK'ê Ezîz Tekkol yê ku di sala 1995'an de bi 7 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da ye li ser serlêdana malbatê hate vekirin.
Li ser serlêdana malbata gêrîla Tekkol Dozgerê Komarê yê Farqînê û kurê Ezîz Tekkol yê jiyana xwe ji dest da Cîhan Tekkol çûn mezraya Şawo û kolandin pêk anîn. Di gora hate vekirin de ji bo testa DNA'yê hestî hatin wergirtin. Kurê gêrîla Tekkol Cîhan Tekkol diyar kir ku, ji bo cenaze ayîdî bavê wî ye an na û sedema mirana bavê xwe hîn bibe serî li Dozgeriya Komarê ya Farqînê da û serê sibê gora bavê wî hate vekirin û hestî kom kirin. Cîhan Tekkol anî ziman ku, ji bo DNA û sedema mirinê dê otopsî bê kirin. Piştî kolandinê dozger û gundiyên bûn şahidê bûyerê ji bo îfadeyên wan bên girtin çûn Qereqola Bajaroka Sedîkne.
Gundiyê nexwest navê we bide diyar kir ku, di sala 1995'an de li nêzî mezraya Şawo di encama kemînekê de 7 gêrîlayên PKK'ê jiyana xwe ji dest dabûn û piştî leşker çûn bi derfetên xwe gihiştin 3 cenazeyan û bi derfetên xwe ew definkirin.