Li Farqînê li hemberî 8 dibistanan çalakiyên bi molotofan
Li Farqînê li hemberî 8 dibistanan çalakiyên bi molotofan
Li Farqînê li hemberî 8 dibistanan çalakiyên bi molotofan
Li Farqînê li dijî 8 dibistanan çalakiyên bi molotof û bombeyên dengan pêk hatin. YDG-H a çalakî girtin ser xwe, got ku ev çalakî ji bo bersiva ji qetilkirina Mahîr Çetîn ê li Antalya hat qetilkirin û êrîşa leşkerên Tirk a li hemberî dibistana Kurdî ya li gundê Kerwas a Licê pêk anîne.
Li navçeya Farqîn a Amedê bi şev saet 22.00’an bi awayekî hemwext li hemberî Dibistana Seretayî ya Ataturk, avahiya girêdayî wê, Dibistana Dayikê ya li baxçeyê heman dibistanê, Dibistana Amadeyî ya Sîlvan, Dibistana Amadeyî ya Îmam Hatîp, Dibistana Amadeyî ya Teknîk û Pîşeyî ya Keçan, Dibistana Navîn a Fevzî Çakmak û Dibistana Seretayî ya Mehmet Adil Kepoglu bi molotof û bombeyên dengan çalakî pêk hatin. Di encama çalakiyan de li dibistanan zerarên madî pêk hatin.
Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H) çalakî girtin ser xwe. Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê YDG-H’ê de hat gotin ku çalakî ji bo bersiva qetilkirina Mahîr Çetîn ê ji ber bi Kurdî axiviye li Antalya ji aliyê komek faşîst ve hat qetilkirin û dîsa li ser êrîşa leşkeran a li dijî dibistana Kurdî ya li gundê Karwas ê Licê pêk anîne.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li dijî dewleta Komara Tirkiyeyê ya tehemûla wê ji avahiya ku hîn înşaet e û bi armanca perwerdeya zimanê dayikê lê bê dayîn tine ye û dixwaze hilweşîne, yekîneyên me bi armanca bersiva li dijî dibistanên ku veguherîne saziyên asîmîle û qirkirinê yên zarok û ciwanên me çalakiyên hemwext ên bi bombeyên deng û molotofan pêk anîne.”
YDG-H’ê di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ji niha şûn ve li dijî her cure êrîşên li hemberî ciwanên Kurd û saziyên Kurd qat bi qat wê bersiv bên dayîn.”