Li Farqînê operasyonên tiryak û fihûşê didomin
Li Farqînê operasyonên tiryak û fihûşê didomin
Li Farqînê operasyonên tiryak û fihûşê didomin
Li Farqîn a Amedê Tevgera Ciwanan a Şoreşger û Welatparêz (YDG-H) diyar kir ku li dijî kesên tevlî tiryak û fihûşê bûne operasyonên xwe bênavber dimeşînin.
Li navçeya Farqîn a Amedê ji aliyê Meclîsa Ciwanan a DBP’ê ve li dijî polîtîkayên asîmîlasyon, fihûş, tiryak û sixûriyê çalakiya kon dabû destpêkirin û çalakî ket roja 18’emîn. YDG-H’ê da zanîn ku li nuqteyên cuda yên navçeyê li dijî kesên ku fihûşê dikin û didin kirin operasyonên dane destpêkirin bê navber didomin.
YDG-H’ê daxuyaniyek nivîskî da û û da zanîn ku heta bûyerê fihûş û tiryakê li navçeyê neqedin dê operasyonên xwe bidomînin û da zanîn ku duh êvarê li taxa Bahçelîevler li stadyuma bajar, li taxa Tekelê jî li baxçeyê Dibistana Herêmî ya Şevînî (YIBO) li dijî kesên tiryakê bi kar tînin operasyon dane destpêkirin. Hat gotin ku di operasyonê de molotof û bombeyên deng bikaranîn û got li taxên Konak û Mecsîdê li dewriyê digerin.
YDG-H’ê di daxuyaniyê de da zanîn ku bi armanca piştgiriya bo boykota dibistanan li navenda navçeyê kaxiza bi nivîsa ‘Ji bo Kurd û Kurdistan parastina ziman", "Em dibistanên we nas nakin" ve "ji bo perwedehiya bi zimanê xwe em dibistanên we boykot dikin" danîne ber gelek dibistanan.