Li Farqînê platforma hate astengkirin, li eraziyek vala hate danîn

Li Farqînê platforma hate astengkirin, li eraziyek vala hate danîn

Ji Newroza 2013’an ku dê ji aliyê BDP û KCD’ê ve bi şîara ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu’ demek nêz ma  û ji niha de li her derê Bakûrê Kurdistanê agirê Newrozê gur dibe.

Li navçeya Farqîn ya Amedê hate xwestin li Qada Azîzoglu ya taxa Mescît platforma pîrozbahiya Newrozê bê avakirin lê polîsan bi hinceta rê digire astengî derxist. Platform ji aliyê gel ve hate rakirin û li eraziyeke vala hat avakirin.