Li Farqînê qeza: 3 mirî, 2 birîndar

Li Farqînê qeza: 3 mirî, 2 birîndar

Li ser rêya Amedê ya navçeya Farqînê, di encama qezayeke trafîkê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Amed Farqînê, li ser rêya Amedê ya li taxa Bahçelîevlerê, ji ber du wesayîtan di heman demê de xwestin hevdu derbas bikin qezayekê rû da. Di encama qezayê de  Ahmet Sancar û Abdulsamet Bozkir li Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê û Îlyas Akgun jî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Amedê jiyana xwe ji dest dan. Mendûh Kaya û Mehmet Sabrî Kaya yên birîndar jî, li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.